Li Manîsayê 6 endam û rêveberên HDP'yî hatin girtin

6 kesên ku rêveber û hevserokên HDP'ê yên navçeya Manîsayê jî di nav de, piştî bi şertê kontrola edlî hatin berdan û şûnde, li ser nerazîbûna dozger hatin girtin.

Li Manîsayê, Hevserokê HDP'a Salihliyê Abdulkadir Murg, Hevserokê HDP'a Akhîsarê Siddik Bûlbûl, Hevserokê HDP'a Golmarmarayê Tarik Şahîn, Hevserokê HDP'a Sarigolê Abdulhamît Kozcan, Hevserokê HDP'a Alaşehirê Mûzaffer Genç û rêveberê HDP'a Yûnûsemreyê Rahmettullah Yapil ên bi îdiaya têkiliya wan bi êrîşa Bekşîktaş a Stenbolê re hene, hatibûn binçavkirin û paşê hatibûn berdan, li ser nerazîbûna dozgeriyê di 9'ê Çileyê de, dubare bi ser malên wan de hat girtin û hatin binçavkirin.

6 siyasetmedar piştî binçavkirinê, ji aliyê heyeta dadgehê ve bi hinceta "Endamtiya rêxistinê" û "Propagandaya rêxistinê" hatin girtin û ew şandin girtîgehê.