DYA, YE û Kurd lê nînin; gelo wê ji Astanayê çi derkeve?
Kurd, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Yekîtiya Ewropa (YE) tevlî danûstandinên li Astana nabin. Komên ku weke mûxalefetê jî tên pêşkêşkirin, ji her demê bêhtir parçe bûne û qels in.
Kurd, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Yekîtiya Ewropa (YE) tevlî danûstandinên li Astana nabin. Komên ku weke mûxalefetê jî tên pêşkêşkirin, ji her demê bêhtir parçe bûne û qels in.
Hevdîtinên li paytexta Kazakîstan Astanayê, îro dest pê dikin. Ev danûstandinên navbera rejîma Sûriyeyê û komên çekdar bi serkêşiya Rûsya, Tirkiye û Îranê tên kirin. Komên ku hê duh ji aliyê Rûsyayê ve weke 'terorîst' dihatin binavkirin, îro weke 'komên çekdar' ya jî 'mûxalefeta çekdar' tên binavkirin.
RÛSYA DIXWAZE ÇI BIKE?
Di meha Çileyê de bi dehan kom li Enqereyê li hev civiyan. 14 ji van koman biryar dan biçin Astanayê. Piraniya van jî komên ser bi DAIŞ û El Nûsrayê ne. Gelek caran hat tespîtkirin ku van koman di nava şer de sûcên giran ên li dijî mirovahiyê kirine.
Enqere, Erebîstana Siûdî û Qatar yekser piştgiriyê didin van komên tevlî Astanayê dibin. Dîplomasiya bi serkêşiya Rûsyayê, civandina van koman di binê sîwanekî de li Astanayê, weke pêngaveke taktîkî dinirxîne. Cihê lidarxistina van hevdîtinan jî balkêş e. Asta ji Sûriyeyê dûr e, lê belê ji aliyê siyasî ve cihekî hê nêzî Rûsyayê ye. Tê gotin, Rûsya bi vê pêngava xwe dixwaze serketina leşkerî ya li Helebê veguherîne serketineke dîplomatîk.
'MÛXALEFET' TEMSÎLA BERJEWENDIYÊN ENQEREYÊ DIKE
Eniya ku weke mûxalefetê tê binavkirin, weke komên ku berjewendiyên Enqereyê û hêzên herêmê temsîl dikin, derdikeve pêş. Di navbera wan de nakokiyên herêmî, îdeolojîk û olî hene. Piraniya wan giraniyê didin ser herêma Bakurê Sûriyeyê û piştgiriyê ji Enqereyê dibînin. Balkêş e, komên hê bêhtir nêzî DYA yan jî Erebîstana Siûdî ne, ji bo vê hevdîtinê nehatine vexwendin. Ji koma Ceyş-ul Îslam Mûhammed Alûş serokatiyê ji şandeya komên çekdar re dike. Ew bi xwe jî li Sûriyeyê najî. Komîteya Danûstandinê ya Bilind, ku di Kanûna 2015'an de li Riyadê ava bû û Siûdî piştgiriya wê dike, ji bo Astanayê nehat vexwendin. Li gorî hin kesan, yek ji armancên Rûsyayê ew e, van koman hê bêhtir ji hev cuda bike. Li gorî Moskowayê, di danûstandinên Astanayê de tê xwestin, agirbesta piştî şerê Helebê hat ragihandin, bê xurtkirin.
KURD, DEWLETÊN YEKBÛYÎ YÊN AMERÎKA Û YEKÎTIYA EWROPA TEVLÎ NABIN
Kêmasiya herî mezin a danûstandina, nebûna Kurdan e. Di encama zexta Enqereyê de, Kurd nehatin vexwendin. Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Yekîtiya Ewropa jî tevlî nabin. Yekîtiya Ewropa bi temamî li derve hat hiştin. Erebîstana Siûdî ji aliyê Îranê ve hat vetokirin. Dewletên Yekbûyî yên Amerîka wê tenê bi Sefîrê Bilind ê Kazakîstanê tevlî bibe. Têkiliya rêveberiya Donald Trûmp bi komên bi navê 'mûxalefeta çekdar' re hê zelal nebûye. Daxuyaniyên Trûmp nîşan dide, ku Amerîka wê desteka xwe ji nû ve binirxîne û di ber çavan re derbas bike.