Sariyildiz ê ku li MPKE'yê axivî: Em serî li ber şantajan natewînin
Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ê ku di rûniştina MPKE'yê de axivî: Li dijî sûcên tên kirin bêdengbûna saziyên navneteweyî KE, YE û NY'yê, tê wateya hevkariyê.
Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ê ku di rûniştina MPKE'yê de axivî: Li dijî sûcên tên kirin bêdengbûna saziyên navneteweyî KE, YE û NY'yê, tê wateya hevkariyê.
Di rûniştina Meclîsa Parlementoya Konseya Ewropa (MPKE) de, Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, Cigirê Hevserokê Berpirsê Karê Derve yê HDP'ê û endamê MPKE'yê Hiyar Ozsoy, Rojnamevan-Nivîskar Ahmet Nesîn, Rojnamevan Fehmî Işik û Fatîh Polat axaftin kirin.
Civîn, li salona MPKE'yê bi nîşandan belgefilmek ên li ser êrîşên qirkirinên yê çeteyên dewleta Tirk li ser Cizîr, Şirnex û bajarên di berxwedan Xwerêveberiyê de pêk anîbûn ve destpê kir.
Piştre Parlemeterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ê ku yek ji şahidê wan bûyeran mafê axaftinê girt.
Sariyildiz bi bîr xist ku êrîşên çeteyên dewleta Tirk hovane û li dijî sivîlan bû û got: "Bi temamî hemû êrîş li dijî sivîlan bû, sûcên şer û sûcê mirovahiyê bû." Sariyildiz, girtina hevserokê giştî yên HDP'ê jî di nav de û parlemeteran bi bîr xist. Sariyldiz destnîşan kir ku li dijî sûcê mirovahiyê bêdengbûna saziyên navneteweyî yên mîna Konseya Ewrop, Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî tê wateya hevkariya sûc. Sariyildiz diyar kir ku ji ber şantajên rejîma Enqerê û koçberan dixwazin serî bidin tewandin.
NESÎN: REWŞENBÎR BI AWAYEKÎ SÎSTEMATÎK TÊN HEDEFKIRIN
Rojnamevan-Nivîskar Ahmet Nesîm, diyar kir ku rojnamevan, nivîkar û rewşenbîrên li dijî kiryarên sûcê mirovatiyê, îxlalên mafê mirovan û pirsgirêka Kurd hişyar in, ji aliyê rejîmê ve bi awayekî sîstematîk dikin hedef.
Nesîm wiha got: "Erdogan bi hinceta pêşiya darbeyê bigire, bi xwe darbe kir û îro bi gotina guhertina Distûra Bingehîn, hewl dide darbeya xwe qanûnî bike."
IŞIK: DIVÊ SAZIYÊN LI EWROPA Û MPKE'YÊ BÛYERÊ LI TIRKIYEYÊ BIDE RAWESTANDIN
Rojnamevan Fehmî Işik diyar kir ku tevahî jiyana wî di demên pêkanînên rejîmên cunta û diktatoriyê re derbas bûye û îro jî dixwazin hemû kiryar ji devê rejîmekî yek kesî derbikeve bidin erêkirin. Işik destnîşan kir ku divê herî zêde saziyên Ewropa û MPKE'yê li dijî vê derbidevin.
POLAT: 158 ROJNAMEVAN GIRTÎNE
Rojnamevan û Gerîngendeyê Weşana Giştî yê Rojanmeya Evrenselê Fatîh Polat bi bîr xist ku niha li Tirkiyeyê 148 rojnamevan girtîne û rê nadin ku hevdîtin bi wan re bên kirin.
Divê di serî de Konseya Ewropayê û saziyên navneteweyî xwedî li nirxên bingehîn ên Yekîtiya Ewropayê derbikevin û ji bo pêşketinê jî bi alîkar be.
OZSOY: HDP BI SÎSTEMATÎK TÊ CEZAKIRIN
Parlementerê HDP'ê yê Çewlikê Hişyar Ozsoy ê ku moderatoriya civînê dikir jî diyar kir ku hewldana Erdogan a ku dixwaze hemû aliyan di destê xwe de bigire û berew Seroktiyê çûyîn, ji ber ku HDP li dijî wê derket, bi awayek sîstematîk tê cezakirin.
Ozsoy, ê ku di serî de girtina Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Salahattîn Demîrtaş weke mînak nîşan da wiha got: "MPKE'yê di sala 2004'an de lîsteke ji 12 madeyan pêk dihat pêşkêşî Tirkiyeyê kir. Di nava vê demê de ku derbas bûyî, desthilatdariya AKP'ê li şûna ku bi cih bîne, kiryarên ku hê xirabtir bike pêk anî. Di serî de MPKE'yê û saziyên KE'yê nerazîbûn û bertekên pêwîst raber nekir û ji dûr ve temaşe kir."