Doza komkujiya Parîsê ket
Doza sê jinên şoreşger ên Kurd Sakîne, Fîdan, Leyla ku 9’ê Çile ya 2013’an li Parîsê hatibûn kuştin û dihate payin ku 23-24 Çile li Dadgeha Cezayê Giran a Parîsê were dîtin, ket.
Doza sê jinên şoreşger ên Kurd Sakîne, Fîdan, Leyla ku 9’ê Çile ya 2013’an li Parîsê hatibûn kuştin û dihate payin ku 23-24 Çile li Dadgeha Cezayê Giran a Parîsê were dîtin, ket.
Diyar bû, nivîsa ku dibêje doz ketiye roja Înê ji parêzeran re hatiye şandin.
Bi awayekî nivîskî hate ragihandin ku doza ku li ser tetîkêşê komkujê Parîsê Omer Guney hatî vekirin û li Dadgeha Cezayê Giran a Parîsê bihatana dîtin, ji ber sedema mirina bersûc, ketiye. Nivîsa têkildarî mijarê roja Înê ji parêzeran re hatiye şandin.
Di dosyaya navborî de Omer Guney weke tekane bersûc dihate dîtin. Di dosyaya lêpirsînê de, li ser îhtîmala ku bersûc Omer Guney bi talîmatan komkuj kiriye, ev avaniya rêxistinî girêdayî MÎT’ê ye, ev rasterast bi fermana MÎT’ê yan bi komeke wê re têkildar pêk hatiye, ji ber ku Tirkiyê agahî neda zêde bi pêş ve neçû.
Parêzerên dozê, piştî mirina Omer Guney daxuyanî dabûn û gotibûn doza têkildarî bersûc ketiye lê divê doz bi bersûc re neyê sînordarkirin. Parêzeran diyar kirin ku, weke ku ji dozê jî tê fêhmkirin, pir zelal e ku bi MÎT’ê re têkildar e û ji bo vê jî pir şaş e ku bi Guney re were sînordarkirin û ji bo ku doz dîsa were dîtin ew ê hewldanên xwe yên hiqûqî bidomînin.
Duh Kurdistanî li ber Dadgeha Parîsê civiyabûn û xwestibûn ku doz ji nû ve were dîtin.