Li Qahîreyê semînera li ser Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê
Ji bo danasîna danasîna Federasyona Bakurê Sûriyeyê, bi tevlîbûna nûnerên federasyonê û gelek akademîsyen, nivîskar û rojnamevan li Qahîreyê semînerek hate lidarxistin.
Ji bo danasîna danasîna Federasyona Bakurê Sûriyeyê, bi tevlîbûna nûnerên federasyonê û gelek akademîsyen, nivîskar û rojnamevan li Qahîreyê semînerek hate lidarxistin.
Semînera danasîna Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê, ku pêr li Navenda Lêkolînê ya Kurd a li paytexta Misrê Qahîreyê dest pê kir, duh dewam kir.
Semîner bi moderatoriya hîndekarê Zanîngeha Misrê Dr. Cemal Yûsûf pêk hat. Hevseroka Konseya Rêveber a Federasyonê Foza Yûsûf û Serokê Navenda Lêkolînê ya El Misrî Recaî El Fayed weke qiseker beşdarî semînerê bûn.
Hevseroka Konseya Rêveber a Federasyonê Yûsûf bal kişand ser hesasiyetên pêvajoya heyî û li ser biryara Federasyonê got, "Gelên Bakurê Sûriyeyê; Kurd, Ermen, Tirkmen, Çerkez û Ereb, ji bo rêyekê ji rizgariya ji vê kaos û krîzê bibînin, ev proje afirandin. Gelan, li dijî êrîşên siyasî, leşkerî, civakî û çandî, ji bo xwe biparêzin û çareseriyê ji krîza li herêmê re bibînin, ev modela çareseriyê derxistin holê. Biryara ragihandina federasyonê, biryareke bi vîna azad a hemû gelên li Bakurê Sûriyeyê dijîn, hatiye girtin."
CIVAKEKE AZAD Û RÊXISTINBÛYÎ
Yûsûf li ser armanca federasyonê jî ev nirxandin kir: "Armanca bingehîn a federasyonê afirandina civakeke azad û rêxistinbûyî ye. Bi vê civakê re dixwaze, yekparebûna axa Sûriyeyê biparêze û di nava rewşeke demokratîk de welatekî ku hemû gel bi hev re karibin lê mîna xwişk û bira bijîn, bafirîne. Ti ji gelên Bakurê Sûriyeyê bi taybetî Kurd ên di nava federasyonê de cih digirin, armanceke xwe ya qutbûna ji axa Sûriyeyê nîne. Berevajî vê yekê, li dijî komên çete yên dixwazin axa Sûriyeyê parçe bikin, vê projeyê weke amûreke ewlekariyê li dijî van hêzan dibînin."
'ME SÛD JI NÊRÎNÊN ABDULLAH OCALAN GIRTIN'
Yûsûf di dewama axaftina xwe de ragihand, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îdeologek e, pisporekî baş ê herêmê ye û destnîşan kir, ku wan sûd ji nêrîn û projeyên Ocalan girtine û li hin cihan jî esas girtine. Yûsûf got, "Nêrîn û projeyên Birêz Ocalan ji yên şoreş û nêrînên din cuda ye. Nêrînên Ocalan li ser avakirina civakeke azad û rêxistinbûyî ne. Di heamn demê de li ser bingeha avakirina neteweyeke demokratîk a ji hemû gel, çandên neteweyî û zayendan e. Em jî di wê baweriyê de ne, ku ancax bi vê felsefeyê civak dikare bi hev re xwe bi rêxistin bike û sîstema xwe bimeşîne."
Yûsûf da zanîn, piraniya welatên li herêmê dane dû armanca afirandina yek ziman, yek gel, yek ol, yek çandê û destnîşan kir, federasyon alîgirê civakeke ji gelek reng û baweriyan e, ku hurmetê nîşanî hemûyan dide.
'DIXWAZIN ŞERÊ NAVXWEYÎ Û KRÎZA LI SÛRIYEYÊ BIDOME'
Moderatorê semînerê hîndekar Dr. Cemal Yûsûf Abdulhamît jî da xuyakirin, ku di nava hemû karên ji bo çareseriya pirsgirêkên li Sûriyeyê û herêmê de, lazim e Kurd ji sedî sed hebin.
Abdulhamît diyar kir, pirsgirêkên li Sûriyeyê û herêmê bêyî Kurdan çareser nabin û got, "Hewldana çareseriya bêyî Kurdan, wê pirsgirêkê kûrtir bike. Hêzên herêmî û navneteweyî, ji bo pirsgirêka herêmê girantir bibe, Kurdan ji hevdîtin û civînan vedigirin. Hevdîtina Astanayê mînakek vê yekê ye. Armanca yekane ya Tirkikyeyê, dewamkirina şer û krîza li Sûriyeyê ye. Ji ber vê yekê planên gelekî qirêj û xetere li dijî Kurdan dike.
'KURD FAKTORÊ YEKPAREBÛNA AXA SÛRIYEYÊ YE'
Serokê Navenda Lêkolînê ya El Misrî Recaî El Fayed jî destnîşan kir, ku Kurd ji her kesî bêhtir yekparebûna axa Sûriyeyê dixwazin. El Fayed da zanîn, Kurdan ti carî xwe weke amûrek ji parçebûna axa Sûriyeyê nedîtine û got, "Ji ber ku faktorê yekparebûna axa Sûriyeyê ye, dîrok her tim qala Kurdan dike. Ji niha û pê ve jî wê qalê bike."
Semîner piştî beşa pirs û bersivan bi çepikan qediya.