BI DÎMEN

Dîlek Ocalan: Em ê sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê hilweşînin

Parlamentera HDP'ê Dîlek Ocalan li Moskowayê axivî û got, "Em ê sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê hilweşînin. Em yekî tenê jî bimînin, em ê li ber vê zîhniyeta yekperest rabin."

Rêze civînên Tevgera Jinên Kurd li Rûsyayê (TJK-Rûsya) yên bi navê "Her tişt ji bo Rêber Apo" tên lidaxistin, li Moskowayê dewam kir. Civîna gel li avahiya Otonomiya Çanda Kurd hate lidarxistin û Parlamentear HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan weke qiseker beşdar bû. Tevî Kurdistaniyên li Moskowayê dijîn, nûnerên saziyên gel jî tevlî civînê bûn.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê, Seroka TJK-Rûsya Cûlîetta Aram axivî û anî ziman, Kurdistanî li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan seferber bûne. Aram destnîşan kir, ev çalakiyên wan wê bidomin.

Piştre Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan axivî û li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêvajoya li Kurdistan û Tirkiyeyê axivî.

Dîlek Ocalan bal kişand ser şerê li Tirkiye û Rojhilata Navîn û diyar kir, ev şer herî zêde bandorê li gelê Kurd dike.

Dîlek Ocalan da xuyakirin, ku ev şer bi qedandina hevdîtinên bi Ocalan re dest pê kiriye û anî ziman, hikûmeta AKP'ê bi vê yekê re nîşan daye ku naxwaze pirsgirêka Kurd li dora maseya danûstandinan çareser bike.

'GEF Û XETERIYEKE MEZIN LI SER OCALAN HEYE'

Parlamenter Dîlek Ocalan destnîşan kir, ku beriya darbeya 15'ê Tîrmehê hewl hat dayîn darbe li Îmraliyê bê kirin û bibîr xist, 8 leşkerên payebilind xwestin bi helîkopterê dakevin Îmraliyê, Ocalan dîl bigirin ya jî li gorî berjewendiyên xwe bi kar bînin. Dîlek Ocalan anî ziman, ev leşker bi ser neketin, lewma reviyan Yewnanîstanê û hê li wir in.

Dîlek Ocalan diyar kir, ji hingî ve fikarên wan zêde bûne û anî ziman, ji bilî hevdîtineke Mehmet Ocalan ti agahî ji Ocalan nayê girtin. Dîlek Ocalan got, "Gef û xeterî dewam dike. Îşkenceya tecrîdê dewam dike."

'EM YEKÎ TENÊ JÎ BIMÎNIN, EM Ê LI BER ZÎHNIYETA YEKPEREST RABIN'

Parlamentera HDP'ê di dewama axaftina xwe de ragihand, hevserokên wan, gelek parlamenter û hevşaredarên wan, tevî rêveberên HDP'ê, DBP'ê û xebatkarên saziyên jinan gelek endamên wan hatine girtin û da zanîn, bi vê yekê re tê xwestin, têkoşîna gelê Kurd a li dijî faşîzmê bê tinekirin.

Dîlek Ocalan da xuyakirin, ku weke HDP ew ê ji bo azadiya gelê Kurd û hemû gelên herêmê têkoşîna xwe bidomînin û got, "Sekin mirin e, em ê ti carî nesekinin. Em yekî tenê jî bimînin, em ê ti carî tawîzê ji têkoşînê nedin. Faşîzm dixwaze tevahiya civakê bike yek reng. Li dijî zîhniyeta yekperest, em ê heta dawiyê li ber xwe bidin."

Dîlek Ocalan bibîr xist, ku faşîzm herî zêde êrîşî jinan dike û destnîşan kir, ew ê bi rêxistinbûneke xurt, têkoşîneke xurt, bersivê bidin komkujî û hemû êrîşên li dijî wan tên kirin.

'EM Ê SÎSTEMA ÎŞKENCEYA ÎMRALIYÊ HILWEŞÎNIN'

Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan di dawiya axaftina xwe de got, "Em ê sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê hilweşînin. Em ê Birêz Ocalan azad bikin. Divê dewlet jî bi vê zanibe; yekane rêya çareseriyê nexşerêya Birêz Ocalan e." Dîlek Ocalan bang li gelê Kurd û dostên gelê Kurd kir, ku bi xurtî tevlî çalakiyên ji bo azadiya Ocalan bibin.

Civîn bi qîrîna dirûşmên ji bo Ocalan qediya.