Şervanên YPG'ê Îlhan Yagiz (Cûdî Batman) û Îsmaîl Daban (Ahmet Cûdî) ên di pêngava 'Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dan, tevî Cîhat Altûn ê par li Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê ve hat kuştin, li bajarê Gotebor ê Swêdê hatin bîranîn.
Di civîna bîranînê de wêneyên şehîdan hatin xemilandin û find li pêşiya wan hatin vêxistin. Siyasetmedarê Kurd Welat Bagok li vir axivî û girîngiya şehîdan ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê Kurd vegot.
Bagok destnîşan kir, divê ti carî neyê jibîrkirin; hemû destketiyên li Rojava û gelemperiya Kurdistanê bi saya fedakariya şehîdan bi dest ketine û got, "Yê şehîdan ji bîr bike, hemû manewiyata xwe ji bîr dike û ji mirovbûnê derdikeve. Ji ber vê yekê, ferzeke mirovbûn û Kurdbûnê ye ku mirov xwedî li şehîdan, armancên wan derkevin û ji bo pêkanîna van armancên nîvco, têbikoşin."
Malbatên Yagiz, Daban û Altûn ên li Swêdê dijîn, bîranînên xwe yên bi şehîdan re vegotin û anî ziman, ew ê her tim li ser şopa şehîdan bin.
Merasîma bîranînê bi nîşandana sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna Yagiz, Daban û Altûn, qediya.