FEDA 7'emîn Kongreya xwe li dar xist
Federeasyoan Ewlewiyên Demokratîk ên Ewropa (FEDA) 7'emîn Kongreya xwe li bajarê Leverkûsen a Elmanyayê li dar xist.
Federeasyoan Ewlewiyên Demokratîk ên Ewropa (FEDA) 7'emîn Kongreya xwe li bajarê Leverkûsen a Elmanyayê li dar xist.
FEDA 7'emîn Kongreya xwe li salona Herz-Jesûs Kirsche a bajarê Leverkûsen a Elmanyayê li dar xist. Di Kongreyê de li gel Hevserokên NAV-DEM'ê Bahattîn Dogan, Maraş Gîrîşîmî, YJK-E û nûnerên TV 10 200 delege beşdar bûn.
Di salona Kongreyê de li gel wêneyên Seyîd Riza, HZ Alî, Alîşêr û Zarîfe, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin û pankarta "Li dijî zilma zaliman meşa me ya heq û heqîqatê dewam dike" hate daliqandin.
Kongre piştî hilbijartina dîwanê bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir. Piştî rêzgirtinê ewilê Pîr Alî Balî axivî.
Piştî Alî Balî, Pîr Hûseyîn Bîldîk axivî diyar kir ku wê her tim li dijî zilma li ser mazlûman tê kirin têkoşînê bikin û got: "Eger ku îro li ser xaka me zilm hebe, divê em weke Huseyîn li beramber rawestin. Ya ku Huseyîn dike Huseyîn jî ew e. Ji ber ku Huseyîn serî netewand bû Huseyîn. Ji ber ku serî netewandin pîr bûn pîr."
'ERDOGAN EM SERÎ LI BER TE NATEWÎNIN'
Bîldîk diyar kir ku divê her ked li dijî diktatoriya Erdogan rabe û têkoşînê bide meşandin û ev nirxandin kir: "Li ser erdnîgariya me, zalimek heye û ew zalim wiha dibêje; 'Min mîrateyê Yavûz Sûltan Selmî dewir girt.' Bi hezaran Elewî qetilkirin û serê wan avêtin bîran û bi nasnavê Mûrat tê nasîn. Îro ya ku mîrateyê Yavûz li Tirkiyeyê dixwaze bide dewmakirin Erdoganê diktatore. Em ji bo wê dibêjin, em te nakin serok, em serî li ber te natewînin Erdogan. Em ji bo vê sekna xwe naguherin, em ê mezin bibin, zindî bibin û bibin jiyan. Em ê dest bidin destê hev û siberoja xwe ava bikin."
'EM LI DIJÎ YEK BAWERÎ, YEK DEWLET Û YEK MILETÎ DIPARÊZIYÊ NE'
Bîldîk bi bîr xist ku hişmendiya ku li Dersimê qetlîam kir û li Cizîrê di jêrzemînan de qetlîam kir heman e û wiha pê de çû:
"Hişmendiya ku li Dersimê di şikeftan de em jehrî kirin û qetilkirin û li Cizîrê di jêrzemînan de mirov qetilkirin heman e. Ya ku li Dersimê hate qetilkirin hişmendiya CHP'ê ye. Yekparêz û nîjatperestiye. Ya li Cizîrê di jêrzemînan de hate qetilkirin hişmendiya faşîzma Îslama nerast bû. Yek li ser navê umeta Îslamê ve qetil dike yê din jî li ser navê nîjatperestiyê û yekparêziya Tirk qetil dike. Her dû hişmendî li ser erdnîgariya me ji derveyî xweîn û rondikên çavan û kûştinê tiştekî din neaniye. Em li dijî vê yekparêziyê ye. Em li dijî mêrê dibêje yek bawerî, yek dewlet û yek miletiyê ne. Li erdnîgariya Kurdistanê qirkirin tê kirin, sazî tên girtin, mirov ji erk tên girtin, mirov tên sirgûnkirin. Li dijî vê FEDA saziyekî cidî ya Elwiyane. Mîmarê heqîqeta Elewiyane. Em nizanin tirs çiye. Em ew in yên ku mîrasê Pîr Sûltan, Halacî Mansûr, Seyîd Riza, Şah Hatay, Pîr Rizayan, Elîşêran, Mazlûman, Besêlan dewir girtine."
Piştî axaftinan peyamên ji bo kongreyê hatin hate xwendin. Piştî ku rapor hatin xwendin û şûn de pêşniyar û nirxandinên delegeyan hate kirin.
Piştî nirxandin û pêşniyarên delegeyan û şûn de dest bi dengdanê hate kirin. Di dengdanê de ji bo hilbijartina hevserok, rêveberên desteyê, desteya disîplînê û desteya çavdêriyê sandik hate danîn.