Li Marsîlyayê çalakiya ji bo eşkerekirina kiryarên Parîsê
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, ji bo eşkerekirina kiryarên komkujiya Parîsê, Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd meşek organîze kirin.
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, ji bo eşkerekirina kiryarên komkujiya Parîsê, Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd meşek organîze kirin.
Bi sedan kesên bi vê armancê li meydana Castellane li hev civiyan, ber bi Konsolosxaneya Tirkiyeyê ve meşiyan.
Di dema meşê de dirûşmên "Gelo bêdengiya we ji hev hevkariya we ye?", "Na ji sûîqestên polîtîk re", "Eşkerenekirina komkujiyê, rûreşiya mirovahiyê ye" hatin qîrîn û wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin hilgirtin. Li ser navê çalakgeran daxuyanî hat dayîn û hat gotin, "Em careke din ji tevahiya cîhanê re radigihînin, ku heta ev cînayet bê ronîkirin, em ê têkoşîna xwe ya mafdar geş bikin."
Di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin û çalakî bi qîrîna dirûşman qediya.