'Pêşmergeyên Rojava', biryargeha Til Cîbrînê û Astana
Hemû komên ku ji bo Astanayê hatin vexwendin komên çekdar ên Birayên Misilman in. Ji bo vê jî ku em bibêjin dubareya civîna li Riyadê ye, ku par hatibû kirin, wê ne şaş be.
Hemû komên ku ji bo Astanayê hatin vexwendin komên çekdar ên Birayên Misilman in. Ji bo vê jî ku em bibêjin dubareya civîna li Riyadê ye, ku par hatibû kirin, wê ne şaş be.
Dane, daxuyanî û gavên ku van demên dawî têne avêtin nîşan didin ku ji bo Rojava û Bakurê Sûriyê planeke nû hatiye sazkarkirin. Ê ku lîstika planê datîne Tirkiye yan jî endamên AKP, MÎT’ê, Kurdên noker weke fîguranên siyasî û leşkerî ya planê xuya dikin. Hê tam ne zelal e bê ka Rûsya li kûdera vê planê ye. Lê xuya dike ku ew jî bi awayekî di nav vê lîstikê de ye. Tirkiye jî dixwaze plana xwe di ser Rûsyayê re pêk bîne.
PARÇEYÊN PLANÊ
Parçeyê pêşî yê planê di civîna Astana de derkete holê ku piştî civîna Moskowê ya 20’ê Kanûnê di nav bera Rûsya-Îran-Tirkiyê de hatibû kirin, têp ayin van rojan pêk were. Bang li nûnerên siyasî, rêveberî û leşkerî yên gelên Bakurê Sûriyê nekirin da ku tevlî Astanayê bibin. Li şûna wan bang li hin bermahiyên ENKS’e kirin ku ji hêla Tirkiyê ve hatine dirûstkirin û bang li hin kesan kirin ku carê li ser navê ENKS’ê diaxivin û ti şik û guman nîn e ku endamê MÎT a Tirk in, weke Î. Biro, Siyabend Haco, Fuat Alîko, Hekîm Beşar. Ev jî bi awayekî armanca planê nîşan dide. Ti beramberiya van kesan li Rojava nîn e. Tenê ne li Rojava, li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat jî di nav Kurdan de ti qedr û qîmetên van kesan nîn e. Ti hêz û vîneke ku ev temsîla wê dikin nîn e. Lê Fuat Alîko dibêje bi awayekî fermî ew hatine vexwendin. Beriya bi rojekê rayedarên Karê Derve yên Tirkiyê bang li van kesan kirin û têkildarî Astana bi wan re axivîn. Piştî vê hevdîtinê Îbrahîm Biro b, daxuyaniyekê got ew ê li Astanayê tiştên ku PYD’ê kirine bibêjin. Ji bilî van ti nasnameya siyasî naçe Astana. Nasnameya van a siyasî nasnameyek wiha ye ku tenê xwedî wî nirxî ye ku dikarin Kurdan biriroşin.
Ên ku ji bo Astana hatine vexwendin komên çekdar ên Birayên Misilman in. Ango ku em bibêjin dubareya civîna Riyadê ye ku par hatibûn kirin, ne şaş e. Ji civîna Riyadê ji bilî Eniya Sunî ti biryar derneketibû. Piştî vê civînê şerê navxweyî yê Sûriyê girantir bûbû.
'PÊŞMERGEYÊN ROJAVA' YÊN NE MEŞRÛ DÎSA DI ROJEVÊ DE YE
Parçeyeke dî ya planê jî ew e ku diçin û tên û dîsa lê vedigerin ku jê re Pêşmergeyên Rojava dibêjin lê di rastiyê de pêşmergeyên PDK’ê ne ku dîsa dixwazin bixin Sûriyê, Bakurê Sûriyê û Rojava. Rêveberê ENKS’ê Kawa Azîzî ku nikare ji Hewlêrê derkeve, ku beriya niha bi daxuyaniyên pesindariyê ya ji bo rejîmê ketibû kodika kemançê de û rê li ber wê vekiribû ku rastî derkeve holê, goti ew ê artêşa Kurdistanê bişînin Rojava. Beriya bi çendekê Ibrahîm Biro, Fuat Alîko, Siyabend Haco li Italya, Hollanda, Danîmarkayê, Avûsturya û Fransa bi hin giregiran re rûniştibûn. Tê texmînkirin ku ev hevdîtin jî ji hêla Tirkiyê ve hatine amadekirin. Jixwe Siyamend Haco ev hişkere jî gotibû. Lê rayedarên van dewletan bi zelalî ji wan re gotibûn ku tiştekî bi rengê Pêşmergeyên Rojava nîn e. Rayedarên van welatan ji van van kesan re gotibûn ku tişta ku jê re pêşmergeyên rojava tê gotin pêşmergeyên girêdayî PDK’ê ne. Ev Hevseroka MSD’ê Îlham Ehmed û Hevserokê Konseya Karê Derve yê Kantona Cezîrê Abdulkerîm Omer gotibû. Li gel ku rewş wiha ye jî sedema ku vê tînin rojevê ew e ku, ev weke parçeyek ji planê ye ku dixwazin pêk bînin.
TIRKIYE JI BO PÊŞMERGEYAN BI CIH BIKE, AMADEKARIYAN DIKE
Heman piştî dagirkirina Cerablûsê ji aliyê Tirkiyeyê ve, derbaskirina pêşmergeyan ji nû ve xistibûn rojevê. Car carna agahî dihatin weşandin ku hin pêşmerge derbas jî bûne. Di rojên dawî de tê gotin, ku li hin cihên Cerablûsê alên pêşmergeyan hatine daliqandin. Pêwîstî pê nebû ku pêşmerge ji Başûr derbas bibin. Ji xwe di vî warî de, ev demeke dirêj e li Şehbayê hin kesên karekî bi vî awayî dimeşînin, hebû. Ev kes di nava koma Sûltan Mûrad û komên din de cih digirin ku weke berdevkên Tirkiyeyê ne û di nava hêzên 'Mertala Firatê' de ne. Yek ji van jî Mahmûd Hamo ye, ku weke Ustaz Mahmûd tê naskirin û ji gundê Şiverîn ê Raî ye. Mahmûd Hamo yek ji endamên damezrîner ên koma Azadî û Selahattîn e, ku di sala 2012'an de li derdora Helebê ava bû û karê wan ê destpêkê jî êrîşa li ser taxa Eşrefiyê bû. Yê din jî Kurdekî ji Qibbesînê ye û navê wî Mahmûd Xelo ye. Xelo jî mîna Hamo yek ji damezrînerên komên Azadî û Selahattîn e. Di sala 2014'an de dema Tirkiyeyê wezîfeya ji nû ve komkirina komên kurdî da bû berpirsyarê giştî yê koma Nûrettîn Zengî Şêx Tevfîk. Di vê demê de hatibû plankirin, ku bi fermandariya Xelo pêşmerge bişînin wê derê. Lê belê ji ber ku ev plan pêk nehat û rûyê rast ê Şêx Tevfîk Şehabattîn derket holê, ev pêkanîn berî dest pê bike, qediya.
Ji van kesan re di nava komên weke Sûltan Mûrad, Fîrket El Hemze de wezîfeyên bilind hate dayîn û ji aliyê pratîkî ve rêxistinbûna hêza jê re 'pêşmergeyên rojava' dibêjin, hatiye kirin. Ji xwe, çeteya bi navê Ketibeyî Baz ku berî du salan bi Ustaz Mahmûd (Mahmûd Hamo) dan avakirin û MÎT'ê kesên perwerde kirin, hewl dan xurt bikin. Ev yek, hewldana aktîfkirina van komên çete yên jê re Kawa Azîzî tê gotin e. Her wiha zêdekirina hejmara van kesên ji aliyê MÎT'ê ve tên perwerdekirin e. Eger vê yekê bi ser bixînin, wê bi destê Tirkiyeyê pêşî li şerekî birakujiyê bê vekirin.
JI NIHA VE BAREGEH JI WAN RE HATINE DIYARKIRIN!
Tirkiye ji bo van kesên ku di nava xwe de perwerde bike û weke hêzeke Kurd ji bo destpêkirina şerê birakujiyê dixwaze bi kar bîne, ji niha ve baregehan amade dike. Li gundê Tel Cîbrîn ê Şehbayê, ev deh roj in Tirkiye hewl dide biryargehekê ava bike. Til Cîbrîn li jorê gundê Ayn Dekno ye ku di kontrola Artêşa Şoreşgeran de ye û timî êrîş lê tê kirin. Ev der li bakurê Ezazê ye. Hedefa bingehîn a vê biryargeha Tirkiye hewl dide li Tel Cîbrînê ava bike, mintiqeya Şehba ya li Bakurê Sûriyeyê ye. Bi vê yekê re nîqaşa 'pêşmergeyê rojava' ji nû ve xistin rojevê û ev jî armanca rastî ya vê planê radixe pêş çavan. Ev plana ku bi şandina Î. Biro, F. Alîko û S. Haco ji Astana re dest pê kir û bi destpêkirina nîqaşa şandina 'artêşa kurdistana sûrî' dewam dike, êdî zelaltir dibe.
WÊ KURD HEMÛ LI BER WAN RABIN
Ev rewş wê di rojên pêş de zelaltir bibe. Yên ku niha îdîa dikin ku li ser navê Kurdan daxivin, ya wê bi şerê birakujiyê yê ku MÎT dixwaze bi navê Kurdîtiyê derxîne bihese û ji şaşitiya xwe vegerin, ya jî vê carê ne tenê gelên Bakurê Sûriyeyê wê tevahiya gelê Kurd li dijî xwe bibînin. Ji xwe Kurd naxwazin firsenda Kongreya Neteweyî ya ku xwe gelekî nêz kiriye, ji dest berde.