Xebat Dêrik li Bernê hat bîranîn

Endamê Koordînasyona TEV-DEM'ê Mahmûd Mûhammed (Xebat Dêrik) li bajarê Bern ê Swîsreyê hat bîranîn.

Endamê Koordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê (TEV-DEM) Mahmûd Mûhammed (Xebat Dêrik) ku roja 14'ê Çileya 2012'an de ji ber êrîşeke kontra jiyana xwe ji dest da, li bajarê Bern ê Swîsreyê hat bîranîn.

Civîna bîranînê ji aliyê PYD Swîsre ve hat organîzekirin û bi dehan kes tevlî vê bîranîna li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bûn. Li dû deqeyeke rêzgirtinê Nûnerê PYD'ê Abbas Omar axivî û bal kişand se rola Xebat Dêrik di nava têkoşînê de.

Parlamenterê berê yê HDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk jî li civîna bîranînê axivî. Çelîk işaret bi danûstandinên li Astana kir û destnîşan kir, ti ji hevdîtinên bêyî Kurdan, wê bi ser nekeve. Çelîk got, "Yên ku bi her rê û rêbazê hewl didin me bêbandor bikin, bila baş zanibin ku wê nikaribin li pêşiya sekna me ya rêxistinbûyî bibin asteng."

Civîna bîranînê bi qîrîna dirûşma "Şehîd namirin" qediya.