ROJANE
Hemû Nûçe
-
Rojnamevanên ku hatin girtin şandin girtîgeha Metrîsê
3 rojnamevanên ku hatin girtin, şandin Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa R a Metrîsê. Rê nedan ku ne malbat wan bibîne û ne jî alavan radestî girtiyan bikin. -
Sancar bang li AKP'ê kir: Ev pergala yekperstiyê ye!
Parlementerê HDP'ê Sancar, bal kişans ser gotûbêjên referandûmê û got: "Wê pêşbaziyekî ne wekhev, adil û azad nebe. Di nava mercên asayî de pêk bînin, hilbijartinek baş be. Lê AKP'ê heta roja îro pişta xwe daye tiştên heram. -
Li Stockholmê ji bo azadiya Ocalan çalakî
Li paytexta Swîsre Stockholmê ji bo protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî çalakî hatin lidarxistin. -
Ciwanên Azad: Em bi giyanê berxwedanê xwe berdin qadan!
Ciwanên Azad, di çarçoveya kampanya 'Azad Bike' de ji bo meşa dirêj a ber bi Strasboûrgê ve banga tevlêbûnê kir. -
Li 5 bajaran gelek kes hatin binçavkirin û girtin
Operasyonên qirkirina siyasî li bajarên Hatay, Edene, Manîsa, Bûrsa û Agirî dewam kirin. -
Rojhilatê Mûsilê ji DAIŞ'ê hat paqijkirin
Rojhilatê navenda bajarê Mûsilê ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin. -
Artêşa Iraqê li rojhilatê Mûsilê bi pêş ve diçin
Fermandariya Operasyonên Nînovayê ragihand, li rojhilatê Mûsilê tenê 3 tax man e ku divê ji çeteyên DAIŞ'ê bên paqijkirin. -
'Dozger hate îxrackirin; darizandin nabe bidome'
Parêzerê Akar ku parastina 'Doza Sereke ya KCK'ê dikir anî ziman, dozgerê ku gilîname amade kir hatiye îxrackirin û got, "Ev rewş bi mantiqekî hiqûqî nikare were vegotin." -
Bi Rewşa Awarte re hejmara girtiyên nexweş û siyasî zêde dibe
Li gorî daneyên ÎHD'ê, bi pêvajoya Rewşa Awarte re hejmara girtiyên nexweş ên li Tirkiyeyê bûye 906 kes. -
Meclîsa Gel a Gavleborgê kongreya xwe ya 8. lidar xist
Meclîsa Gel a Gavleborgê, ku li herêma Dalarna ya Swêdê dixebite, kongreya xwe ya 8. pêk anî. -
6 rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
6 rojnamevanê ku ev 24 roj in di bin çavan de bûn û îro sewqî dadgehê hatin kirin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. -
Îfadeya rojnamevanên di bin çavan de bi dawî bû
Karûbarên 6 rojanamevanên ku 24 roj in di bin çavan de, îro sewqî dozgeriyê hate kirin bi dawî bû. Di pirsên ku hatin kirin de pîşeyê rojnamevanan weke sûc hate nîşandan. -
Li Stockholmê ji bo azadiya Ocalan çalakî
Li Stockholmê endamên Ciwanên Azad ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî li dar xistin. -
Rûniştina 'Doza Giştî ya KCK' taloqî sibehê hate kirin
Di rûniştina îro ya "Doza Giştî ya KCK" de siyasetmedarên Kurd îfade dan. Rûniştin taloqî sibehê hate kirin. -
Demîrtaş: Ev pêkanîn wê bikevin dîrokê
Demîrtaş bi rêya SEGBÎS'ê beşdarî doza li Bakirkoyê hatibû vekirin bû, diyar kir ku pêvajoya aştiyê ji aliyê Erdogan-AKP'ê ve hate bidawîkirin, eger ku bi dawî nebûya wê niha di merasîma xelatê de bûna. -
Girtîyên li Îzmirê: Êşkencê li me dikin, dibe ku me bikujin jî!
Girtiyên Siyasî yên li Îzmîrê diyar kirin ku êşkencê li wan dikin û dibe ku wan bikujin jî, banga bihistyariyê li gel kirin. -
Ji Demîrtaş re 142 sal û ji Yuksekdag re jî 83 sal cezayê girtîgehê hate xwestin
Cezayê ku ji bo Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag tê xwestin diyar bû. Di îdîanameyê de ku di nav çarçoweya lêpirsînê de hatiye amadekirin, ji bo Demîrtaş 142 sal û ji bo Yuksekdag jî 83 sal ceza hate xwestin. -
Qeyûmê Ertemêtanê di nava 27 rojan de 27 karker ji kar derxist
Qeyûm Atif Şahîn ê ku Şaredariya Ertemêtana Wan vegerandiye qereqolê û bi hinceta ewlekariyê rê nade xebatkarên şaredariyê li pêşiya avahiyê kom bibe, 11 kesên din jî ji kar derxist. -
DMME'ê têkildarî 'Ceylan Onkol' biryareke balkêş da
DMM'ê bersiva neyênî da serlêdana malbata Ceylan Onkol a ku ji hêla leşkerên Tirk ve li Licê hatibû qetilkirin. -
'Ne rojnamevan, divê e-postayên Albayrak bên gotûbêjkirin'
Saziyên Rojnamevaniyê, ji bo 6 rojnamevanên ku piştî 24 rojan di bin çavan de mabûn û sewqî edliyeyê hatin kirin daxuyaniyek da. Rojnamevanan diyar kirin divê li meqamê dozgeriyê "Ne rojnamevan, îdîayên di derbarê Berat Albayrak de bên lêkolînkirin." -
'Siyaseta we ji bo çi be, hêza we jî ewqas e'
Berdevkê HDP'ê Bîlgen diyar kir, pirsgirêkên gelekî giran li pêşiya Tirkiyeyê ne û got, "Hûn siyasetê ji bo çi dikin, hêza we jî ewqas e. Eger hûn siyasetê tenê ji bo serokê partiyê dikin, hingî bê bêhna we biçike." -
KOMAW'ê ji bo çalakiyên edaletê banga tevlîbûnê kir
KOMAW'ê bang li Kurdistaniyên li Ewropayê kir, ku bi rengekî girseyî tevlî çalakiyên edaletê yên ji bo sê jinên şoreşger bin. -
Li Mûsilê du herêmên din ji DAIŞ'ê hatin rizgarkirin
Li rojhilatê bajarê Mûsilê taxa Taze û navçeya Bab El-Şemis ji çeteyên DAIŞ`ê hatin rizgarkirin. -
Rapora Saziya Çavdêriyê: Dewleta Tirk 332 sivîl kuşt
Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir, di bomberdûmanên artêşa Tirk de 332 sivîl hatine kuştin. -
Encu: Şikandina bîrdariyê tê wateya mikurhatina li sûcê xwe
Parlamenterê HDP'ê Encu nerazîbûn nîşanî rakirina Bîrdariya Roboskî da û got, "Rakirina Bîrdariya Roboskî, mikurhatina li sûcê xwe ye. Ev yek bê wijdanî ye."