'Li pêşiya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê tenê alternatîfa şoreşê heye'
Şerîk: Eger sosyalîst û şoreşgerên Tirkiyeyê û hêzên demokrasî û azadiyê yên Kurdistanê wê li hev bicivin û têbikoşin, divê baş zanibin ku ev têkoşîn wê li dijî AKP û Erdogan bibe mekanîzmaya herî xurt a parastinê.
MEM LEZGÎN / BAZ SÎPAN
BEHDÎNAN / ANF
yekşem, 22 rêbendanê 2017, 08:12
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk, bi wesîleya salvegera 92. a mirina lîderê Şoreşa Cotmehê ya 1917'an a Rûsyayê V.I. Lenîn ji ANF'ê re axivî.
Şerîk di destpêka axaftina xwe de got, "Em şoreşgerê mezin, lîderê gelên Sowyetê Lenîn, ku ji aliyê şoreşgerên cîhanê ve weke mînak hat dîtin, bi rêzdarî bibîr tînin."
Şerîk da xuyakirin, ku îro li Kurdistanê, gelê Kurdistanê berxwedana xwerêveberiyê weke yekane rêya xwedîderketina li vîna xwe dibîne û got, "Ev berxwedan jî, nêzîkatiya parastina hebûna civakan li derveyî desthilatdarî û dewletê ye. Yanî, nabe ku ev têkoşîn ji tevgera karkeran a di sala 1905'an de li Rûsyayê hat destpêkirin, cuda bê dîtin."
Şerîk bibîr xist, îro li gelek cihên cîhanê şer diqewimin û wiha dewam kir: "Rojhliata Navîn bûye navenda 3. Şerê Cîhanê. Hêzên statukoparêz ê klasîk û hêzên sermayeyê yên global di nava hev de şer dikin. Li pêşberî vî şerî, helwesta şoreşgerî ya bê nîşandan çi ye? Lenîn di 1. Şerê Cîhanê de bersiva vê pirsê daye."
ŞOREŞA ROJAVA MÎNA ŞOREŞA COTMEHÊ DAXWAZA GELAN E
Cemal Şerîk destnîşan kir, ku ev helwest, xeta sêyemîn e û got, "Nêrîna ku Rêber Apo rave dike, ji xwe rastiyeke bi vî rengî radixe pêş çavan. Li gorî vê helwestê, di şer de divê xwe li aliyekî şer dikin negire. Divê mirov li aliyê xwe cih biirin. Ev yek jî tercîha gel e, yanî rêya sêyemîn e. Gelê Rojava ev yek di pratîkê de pêk aniye. Çawa ku Şoreşa Cotmehê ya bi pêşengiya Lenîn di nava şert û mercên dîrokî yên wê rojê de li dijî şerê emperyalîst weke temsîla gelan pêk hatibe, îro jî Şoreşa Rojava li dijî hêzên statukoparêz ên klasîk, li dijî hêzên sermaye ya global û şerê navbera van hêzan, weke tercîheke gelan derketiye holê. Divê Lenîn di nava vê rastiyê de bê nirxandin. Lenîn parêzvanekî bi biryar ê vê rastiyê ye."
TAYBETMENDIYA REJÎMA ERDOGAN: LI DIJÎ HER KESÎ KOMPLOYAN DIKE
Di dewama axaftina xwe de endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk bal kişand ser dek û dobalên dewleta Tirk û anî ziman, dewleta Tirk li dijî PKK'ê her tim serî li rêbazên komployan daye.
Şerîk got, "Dîlgirtina Rêbertî, encama kompoyekê ye. Lê belê pêvajoya tesfiyeyê, ku TC'ê hewl da bi komploya navneteweyî mezin bike, ji aliyê Rêberê me ve hatiye pûçkirin. Di vê serketinê de, rola encamên ji pratîka kevneşopiya dewleta komploker, heye. Komplo niha jî dewam dikin. Ne tenê li dijî PKK'ê û demokratên şoreşger, hebûna wan li ser komplokeriyê ye. Taybetmendiya rejîma Erdogan ev e; li dijî her kesî komployan dike."
TÊKOŞÎNA HEVPAR MEKANÎZMA HERÎ XURT A LI DIJÎ KOMPLOYAN E
Şerîk da zanîn, rûyê gemarî yê vê rejîma dîktatorî îro li pêş çavan e û ev nirxandin kir: "Li Sûriyeyê, li Rojava di nava çiravê de ye, têk çûye. Piştî 15'ê Tîrmehê bi MHP û CHP'ê re tevdigere. Haya wan ji vê darbeyê hebû û pêşî li wan vekirin. Ji ber vê yekê, 15'ê Tîrmehê bi xwe komployek e; bi vî rengî pêşî li Erdogan vebû ku mûxalefetê bitepisîne. Bi taybetî bi mîtînga Kazliçeşme re, CHP ber bi aliyê xwe ve kişand; ji hingî ve CHP nikare xwe bilivîne. Lê belê piştî ku desthilatdariya xwe zexm kir, wê wan jî tesfiye bike. Ji xwe taybetmendiyeke dîktatoriyan jî ev e."
Cemal Şerîk got, "Eger sosyalîst û şoreşgerên Tirkiyeyê û hêzên demokrasî û azadiyê yên Kurdistanê wê li hev bicivin û têbikoşin, divê baş zanibin ku ev têkoşîn wê li dijî AKP û Erdogan bibe mekanîzmaya herî xurt a parastinê."
LI PÊŞIYA GELÊN KURDISTAN Û TIRKIYEYÊ TENÊ ALTERNATÎFA ŞOREŞÊ HEYE
Şerîk da xuyakirin, ku li dijî dîktatoriya AKP-Erdogan, hêzên şoreşger dikarin tifaqekê ava bikin û got, "Di vir de, nabe ku hêzeke şoreşger rewşa xwe ya komî yan jî şexsî derxîne pêş û tevbigere. Berpirsyarî û wezîfeya dîrokî li pêşiya vê yekê asteng e. Ji ber ku li pêşiya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê tenê alternatîfek heye, ew jî şoreş e."
Cemal Şerîk anîz iman, ji bo pêkhatina vê alternatîfê, divê hêzên şoreşger demokratîk li hev bicivin û got, "Eger ev yek bê kirin, wê pirsgirêkên din jî çareser bibin."
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Şerîk diyar kir, di rewşa heyî de têkoşînên azadî û demokrasiyê yên gelên Kurdistan û Tirkiyeyê bi hev re dikarin bi ser bikevin û wiha dewam kir: "Têkoşîna azadî û demokrasiyê ya Kurdistanê gihîştiye astekê û li Kurdistanê şoreş pêk aniye. Divê ev were zanîn. Lê belê ji bo ev şoreş xwe ewle bike û temam bibe, pêwîste têkoşîna şoreşgerî ya li Tirkiyeyê jî bi pêş bikeve. Lazim e ev hevdu temam bikin."
Şerîk di dawiya axaftina xwe de destnîşa kir, ku gelekî girîng e di serdema heyî de hemû hêzên demokrasiyê û şoreşger ên li Tirkiyeyê destekê bidin Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan û got, "Pêwîste gelên Kurdistan û Tirkiyeyê destekê bidin hewldanên ji bo avakirina bloka azadî, demokrasî û aştiyê. Di nava van hewldanan de cih bigirin. Ev yek weke erk û berpirsyariyeke dîrokî li pêşiya gelan e."