Li Enqereyê jî malbatan dest bi greva birçîbûnê kirin

Desteka ji bo grevên birçîbûnê yên girtiyan didome. Li Enqereyê jî malbatan dest bi greva birçîbûnê kirin. Li Wanê jî, komeke nû greva birçîbûnê dewr girt.

Desteka ji bo grevên birçîbûnê yên girtiyan didome. Li Enqereyê jî malbatan dest bi greva birçîbûnê kirin. Li Wanê jî, komeke nû greva birçîbûnê dewr girt.

ENQERE

Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a li girtîgehan kete roja 58’an. Li Enqereyê jî malbatan li avahiya ÎHD'ê dest bi greva birçîbûnê ya destekdayinê kirin.

Malbat û xizmên girtiyan ji bo destekê bidin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku kete roja 58’an li avahiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê, dest bi greva birçîbûnê kirin. Li ser navê malbatan aktîvîsta TJA’yê Gulhan Ozlu axivî û got, li 22 girtîgehan ji 200 kesî zêdetir girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne û her roj hejmar zêdetir dibe.

Ozlu got, "Heta niha ti rayedarî ji bo çareseriyê neketiye nav hewldanekê, ti geşedaneke berbiçav pêk nehatiye."

Ozlu diyar kir, her ku diçe rewşa tenduristiyê ya girtiyan nebaş dibe û wiha dewam kir, "Zarokên me bi moraleke bilind dibêjin ku ew ê heta dawiyê greva birçîbûnê bidomînin". Ozlu anî ziman nêzîkatiyên kêfî yên li dijî girtiyan didomin.

Ozlu ragihand, bi mebesta destekdayinê 2 rojan dest bi greva domdar-dorveger dikin.

Malbatan jî xwestin, bêyî ku ziyaneke mayinde li ser girtiyan çêbibe, kêşe bi rêyên diyalogê çareser bibin.

WAN

Greva birçîbûnê ya ku ji hêla Însiyatîfa Hevgirtinê ya Zindanan li avahiya Rêxistina DBP'ê ya Wanê dest pê kir kete roja 3’an. Koma nû greva birçîbûnê ya dorveger wergirt. Çalakgerên greva birçîbûnê diyar kirin heta ku polîtîkayên tecrîdê bi dawî bibin ew ê çalakiya xwe bidomînin.