ROJANE
Hemû Nûçe
-
Parlamenter Encu ji gelê Botanê xwest dengê NA bide
Parlamenterê Şirnexê yê HDP'ê Ferhat Encu ku girtî ye, nameyek ji gelê Şirnexê re şand û got, "Ji bo ser bêhiqûqiyê neyê girtin, ji bo demokratîk neyê tevizandin, em bêjin NA." -
Malbatên di grevê de ne: Hûn çawa dikarin wiha bêdeng bin?
Ji bo desteka greva birçîbûnê ya ku ev 56 roj in li Girtîgeha Şakranê dewam dike, malbatên Îzmîrê jî dest bi greva birçîbûnê kirin. Malbatan gotin, "Hûn çawa dikarin ev qas bêdeng bin?" -
HDK-Ewropa: Em meydanan ji çeteyên Erdogan re nehêlin!
HDK-Ewropayê, bi dirûşma 'em li dengê xwe yê NA xwedî derkevin' bang kir, ku meydan werin tijekirin. -
Ciwanên Azad: 13'ê Nîsanê em deng bidin grevên birçîbûnê!
Ciwanên Azad ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyeyê, ku ketin roja 56'an, wê roja 13'ê Nîsanê li Strasborûgê çalakiyê çêbike. Ciwanên Azad bang kir ku her kes tevlî bibe. -
Grevên birçîbûnê berfireh û mezin dibin
Grevên birçîbûnê yên bêdem-bêdorveger ên 187 girtiyên li 20 girtîgehan, roj bi roj mezin dibin. -
Nobedarên vê hefteyê koma ji Danîmarkayê ye
Çalakiya nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku li ber avahiya Konseya Ewropayê tê lidarxistin, di hefteya 251. de ye. Nobedarên vê hefteyê, koma ji Danîmarkayê ye. -
Konferansa 'Rabûna li ber Modernîteya Kapîtalîst' cara 3. tê lidarxistin
Konferansa bi navê "Rabûna li ber Modernîteya Kapîtalîst 3: Eşkerekirina Modernîteya Demokratîk-Berxwedan, Raperîn û Jinûve Avakirin", wê di navbera 14-16'ê Nîsanê de li Hambûrgê bê lidarxistin. -
Hatina penaberan ji bo Elmanyayê bi yek ji sê paran kêm bû
Di nava sê mehên destpêkê yên vê salê de, hejmara penaberên hatin Elmanyayê, li gorî heman serdema par, yek ji sê paran kêm bû. -
Li Fransayê di navbera penaberên Kurd û Afgan de şer derket
Li kampa bi navê Grande-Synthe ya li nêzî bajarê Dûnkerqûe yê Fransayê, di navbera penaberên Kurd û Afgan de şer derket. Hat ragihandin, nîvê kampê ji ber vî şerî şewitî ye. -
Li Ewropayê, çalakiyên ji bo grevên birçîbûnê zêde dibin
Ji piştgiriya grevên birçîbûnê yên girtiyên ji doza PKK û PJAK'ê, li gelek bajarên Ewropayê çalakî hatin lidarxistin. -
Bayik: PKK xeta neteweya demokratîk esas digire
Bayik: Xeta PKK'ê xeteke azadîparêz, demokratîk e. Xeta Neteweya Demokratîk esas digire. Li aliyê din, xwedî feraseta konfederal a demokratîk e. -
Li pêşdibistaneke Emerîkayê de êrîşeke çekdarî
Li Eyaleta Kalîforniya ya Dewletên Yekbûyî ya Emerîkayê, li pêşdibistaneke bajarê San Bernardînoyê, êrîşeke çekdarî pêk hat û di êrîşê de 2 kes mirin. -
Rewşenbîr û hunermendên Fransî piştgirî dan rojnamevan û nivîskarên di girtîgehan de
Bi dehan hunermend, rojnamevan û akademîsyenên Fransî ji bo piştgiriya bi sedan rojnamevan û nivîskar û çalakvanên greva birçîbûnê yên di girtîgehan de, daxuyanî dan. -
'Grevên birçîbûnê' ji Wezîra Karê Derve ya Swêdê Wallstorm hat pirsîn
Li Swêdê Parlamentera Partiya Çep Kakabaveh, grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyeyê bir parlamentoyê û daxwaz kir ku li dijî pêkanînên faşîzma AKP'ê bikevin nava hewldanan. -
Hevdîtinên ‘NA’yê didomin: Em biçin ser sindoqan û bi ser bikevin!
Xebatên referandûmê yên HDP’ê didomin. Di hevdîtinan de peyama “Em ê teqez bi ser bikevin tê dayîn” û bang tê kirin ku biçin ser sindoqan û xwedî li sindoqan derkevin. -
Li Fransayê ji bo girtiyan çalakiya piştgiriyê
Li Fransayê, ji bo balê bikişinîn greva birçîbûnê ya zindanên Tirkiyeyê, çalakî didomin. -
Bi hezaran kesan li Erdîşê gotin 'NA'
Di mîtînga referandûmê ya li Erdîşê ku ji aliyê rêxistinên HDP û DBP'ê yên bajêr ve hatî organîzekirin, hezaran kesan di mîtîngê de gotin 'Na, Na, Na' -
DBP’ê dagirkerî û qirkirina AKP’ê kir rapor
Komîsyona Rêveberiya Herêmî ya DBP’ê, rapora li ser dagirkerî û qirkirinê ya AKP’ê amade kir. Di raporê de hat diyar kirin ku, ji nav 103 şaredariyan qeyyûm şandine ser 83 heban, 89 hevşaredar jî hatine girtin. -
Li Sîncanê 9 girtiyên din jî ketin greva birçîbûnê
Li Girtîgeha Sîncanê 9 girtiyên din jî beşdarêî greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bûn. Di nav kesê ketine gireva birçûbûnê de Hevseroka Navçeya Kerboranê û Seroka HDP’ê ya bajarê Mûşê jî hene. -
Greva birçîbûnê ya li Îzmîrê didome
Greva birçîbûnê ya ku li Îzmîrê ji aliyê malbatên girtiyan ve ji bo piştgiriya berxwedêrên girtîgehê hatibû destpêkirin, bi çoş didome -
Kurdên li derveyî welat ji bo girtiyan li ser piyan e
Kurdistanî û dostên wan ên li derveyî welat dijîn, ji bo piştgiriyê bidin girtiyên di greva birçîbûnê de ne, çalakiyên xwe zêde dikin. -
Girtiyên di greva birçîbûnê de ne hatin sirgûnkirin
3 girtiyên li Girtîgeha Tîpa M ya Ermenekê di greva birçîbûnê de bûn, hatin sirgûnkirin. -
Kongreyên saziyên Kurdan ên li Ewropayê dewam dikin
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, kongreyên xwe pêk anîn. Li gelek bajaran jî komun hatin ragihandin. -
Sûriye: Tirkiye xwestiye ku bi Îranê re civîneke veşartî pêkbîne
Sûriyeyê ragihand, Tirkiyeyê xwestiye li Îranê civîneke veşartî pêkbîne. -
Rapora HDP'ê ya li ser grevên birçîbûnê
HDP'ê li ser grevên birçîbûnê raporek amade kir. Di raporê de li ser girtiyên di grevê de ne û binpêkirina mafên mirovan agahî hatin dayîn.