Parêzer ji bo biçin hevdîtina Ocalan serî li wezaretê dan

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, ji bo biçin hevdîtina Ocalan û 3 girtiyên din, serî li wezaretê dan.

Buroyê ji bo grevên birçîbûnê jî got ku, "Daxwazên girtiyan li dijî polîtîkayên çaresernekirina kêşeyan kurdan a ji aliyê desthilatdariya siyasî ye."

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo greva birçîbûnê îro daxuyaniyeke nivîskî weşandin a ku girtiyên siyasî ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin, şertên girtîgehan baştir bibin û êrîşên li ser gel bi dawî bibin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dabûn destpêkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku, "Em dixwazin diyar bikin ku daxwazên çalakvanên grevên birçîbûnê yên ku îro ketiye roja 58’emîn, wekî bicihanîna demokrasî û hiqûqê, daxwazên hiqûqî û meşrû ne yên ku divê mirov van daxwazan biparêze".

'BÊDENGIYA LI HEMBERÎ TECRÎDÊ ZEXTÊ ZÊDETIR DIKE'

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin diyar kirin:

"A niha daxwazên girtiyan li dijî polîtîkayên çaresernekirina kêşeyan Kurdan a ji aliyê desthilatdariya siyasî ye. Û li gorî me daxwazên wan ji desthilatdariyê re bangeke îradeya çareseriya demokratîk e. Heke li welatekî ku hiqûq lê heye ev daxwaz werin kirin wê her kes şaş bibin, lê li welatê me diyar dike ku rewşa mafên mirovan çawa ye.

Mijareke din jî, tecrîda teqez a li ser muwekîlê me Rêzdar Abdullah Ocalan e. Vê bêdengiya li hemberî tecrîda li ser Rêzdar Ocalan, wekî ku di roja me de jî hatiye dîtin bûye zemînek ku li ser girtîgeh û civakê jî tesîra xwe bike. Ji ber vê jî çavkaniya bingehîn a daxwazan, polîtîkayên li ser Îmraliyê ne.

'LI ÎMRALIYÊ MAFÊN MIROVAN TÊN BINPÊKIRIN'

Şertên Îmraliyê yên ligel her cure serîlêdana hiqûqî bi Rewşa Awarte re mafên wekî têkilî/ragihandin, hevdîtina bi malbat û parêzeran re her tim hatine sekinandin. Ji ber vê jî Îmrali girtîgeheke wisa ye ku ji dinyayê re girtî ye û her cure nirxên hiqûqî û mafên mirovî li wê derê tên binpêkirin.

SERÎLÊDANA LI WEZARETÊ

Em bi raya giştî re par ve dikin ku, ji bo vê rewşa bêhiqûqiyê ya ku di serî li ser girtîgehan û li ser civakê her dem dibe sedema fikaran ji holê rabe û em wekî parêzer karibin bi muwekîlên xwe Rêzdar Abdullah Ocalan, Rêzdar Omer Hayrî Konar, Rêzdar Hamîlî Yildirim û Rêzdar Veysî Aktaş hevdîtinê bikin, me daxwaza randevûyê li Wezareta Edaletê kiriye."