'Li dijî komkujiyan û ji bo azadiya xwe em bibêjin, NA'

Nivîskar Recep Maraşli û Serokê Enstîtûya Kurd a Brukselê Derwêş Ferho li dijî polîtîkayên komkujî û asîmîlasyonê di serî de gelê Kurd bang li hemû gelan kirin ku di 16’ê Nîsanê de dengê 'NA' bidin.

Ji referandûmê re çend roj mane. Ji gelek deveran bang têne kirin ku dengê 'NA' were dayin. Nivîskarê Kurd Recep Maraşli û Serokê Enstîtûya Kurd a Brukselê Derwêş Ferho ji ANF’ê re axivîn û gotin, "Li dijî dîktatoriya yek zilamî, yek ziman, yek zilam, yek netewe û yek dewletê divê 'NA' were gotin."

Maraşli diyar kir, sîstema seroktiyê ya bi tîpa Tirkan di serî Kurd wê ti sûda wê ji ti gelî re nebe û got: "Berevajî vê, bi ya min desthilatdariya AKP’ê ya bi pêşengiya Erdogan wê Tirkiyeyê îzole bike. Di rêya avakirina dîktatoriya Sinnî-Îslamîst û Tirkparêz de zêdetir bêperwa bibe. Wê rê li ber ziyanên ku jê veger nîn e veke û berdêla vê herî giran Kurd, kêmar, Elewî, jin û demokratên ji hemû gelan bidin."

Maraşli anî ziman, pêşnûmeya destûrê bi hişmendiya dîkatatoriya yek zilamî, yek netewe, yek dewletî ye û wiha dewam kir: "Ji bo ku were nîşandan ku ew şerê ku piştî pêvajoya çareseriyê, mase dane erdê û li Kurdistanê pêk anîn naxwazin, van polîtîkayên şer napejirînin divê Kurd û Elewî bi rengekî xurt dengê ‘na’ derxînin. Dev ji ‘erê’ berdin ku ‘na’ ne xurt jî be desthilatdarî wê weke serketina pasîfîkasyona gel were şîrovekirin û polîtîkayên zextê kûrtir bikin."

Maraşli li ser tercîha ‘boykot’ê ku li Kurdistanê beşek tercîha xwe li ser vê kiriye, got, "Ti hêza dankirina siyasî ya boykotê di van şert û mercan de nîn e. Berevajî wê bibe sedem ku dengên ‘Erê’ bilindtir xuya bibin û xizmetê ji projeya Erdogan re bike. Ji ber ku meyla ‘boykot’ê bêhtir xîrabî beşên berfireh ên civakî yên Kurd û Elewî dike ku bêhtir meyla wan li ser 'na' ye."

'EM RÊ NEDIN'

Ferho jî bang kir ku di serî de Kurd hemû gelên li Tirkiyeyê biçin ser sindoqê û got, "Ên ku alîgirên demokrasî û pirengiyê ne, li dijî sîstema seroktiyê ya bi tîpa Tirk divê dengê 'NA' bi bidin û rê nedinê."

Ferho wiha got: "Heke Kurd bibêjin 'erê' tê wê maneyê ku hemû rayeyên jiyana xwe bi dest Erdogan û hikûmeta wî ve berdane. Ji bo vê jî, ji bo azadiya xwe, ji bo xwe divê bibêjin 'NA'. Divê ji komkujiyên Şirnex, Nisêbîn, Sûrê re, ji hilweşandin û komkujiyê re em bibêjin Na. Divê ji bo siberoja Kurdan dengê 'NA' were dayin. Ji ber ku, di vê referandûmê de 'erê' derkeve, siberoja me wê tarî bibe."