Hevserokên DBP û DEM Partiyê beşdarî merasîma bîranîna Kaytan û Altûn bûn

Merasîma bîranînê ya ji bo her du kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Tûzlûçayirê tê lidarxistin, di roja xwe ya sêyan de berdewam dike. Merasîma bîranînê li mala Riza Altûn tê lidarxistin.

Îro Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan û siyasetmedar Sebahat Tûncel beşdarî merasîmê bûn.
 
Ziyaretvan ji aliyê xwişka Riza Altûn a mezin Bezar Yildirim, xwişkên wî Nûrhayat Altûn û Songul Bûlut ve hatin pêşwazîkirin. Welatî eleqeyeke mezin nîşanî merasîma bîranînê didin.