‘Em ê xwedî li ‘NA’yên xwe derkevîn’
Platforma NA ya Ewropayê: Em weke Platfrorma NA ya Ewropayê wê têkoşîna xwe ya hevpar a li dijî faşîzmê, wê piştî referandûmê jî bidomînin.
Platforma NA ya Ewropayê: Em weke Platfrorma NA ya Ewropayê wê têkoşîna xwe ya hevpar a li dijî faşîzmê, wê piştî referandûmê jî bidomînin.
‘Platforma NA ya Ewropayê’ ku xebatekî zêde dan meşandin bi daxuyaniyekê, têkildarî hemû kampanyayên ku heta roja îro hatin kirin agahiyên kurt li ser dan, têkildarî xebatên ji niha û şûnde jî bên kirin wiha got: “Em li ‘NA’ yên xwe yên ku şeva 16’ê Nîsanê derkeve xwedî derkevîn, heta ku welatekî azad, demokrat û adil ava bikîn, em ê têkoşîna xwe mezin bikin û bidomîni.”
Daxuyaniya ji aliyê Platfroma NA ya Ewroapyê ve îro hate weşandin wiha ye:
“Dengdayîna ji bo referandûmê ya ji derveyî welat 9’ê Adarea 2017’an ve bi temam bû. AKP di tevahiya desthilatdariya xwe ya 15 salan bi polîtîkayên xwe yên fîzîkî siyasî û çandî û rejîma xwe ya antî-demokratîk a 90 salî gihandiye lûtkeyê. Sûd ji hemû derfetên faşîzmê yên dîrokê girtin û bi pêkanînên xiste meryetê, ji bo derbasî rejîma yek kesî bibe xwestin bi destûra bingehîn a dawî ve xwestin faşîzmê bikin civakî û bixin bin sêwana yasayê.
Xwestin di 16’ê Nîsanê de bi referandûmê vê rewşê bi ciwan, jinan, baweriyên cuda, hejaran, karker û kedkaran, akademîsyen û rewşenbîran, bi kurtasî li ser hemû beşên civakê bi sepîne û bide qebûlkirin.
Ev refarnadûm ne tenê erêkirina ‘Serokatiyê’ ye, siberoja hemû gelên Tirkiyeyê û beşên hejar eleqedar dike, tê wateya xespkirina maf, sînordarikirina demokrasiya ku neyî û azadiyê, kûrkirina çanda temsîlyetê û îtiatkirinê, ber bi guhertinekî giştî ve wê bibe. Li dijî êrîşekî bi vî awayî bi xwezayî wê beşên şoreşger, demokratî û welatparêz wê stû xwar nekin, li ber xwe bidin û têkoşînê bimeşînin.
Li ser vî bingehî, yên ku li derveyî welat dijîn û li dijî vê faşîzmê daxwaza xwe li aliyê ‘NA’yê bikar anîn ji bo têkoşînekî hevpar bidin meşadin ‘Platforma NA ya Ewropayê’ hate avakirin, di vê pêvajoyê de xebatê me hatin meşandin. Bi beşên cuda re xebatên me yên NA hatin meşandin, me nêrîn bi gelê xwe re parvekirin û me ew li dijî vê faşîzma ku bêjin raweste îqna kirin, ji bo eniya Na’yê xurt bikin ji civînên civakî bigire heta çalakiyên girseyî gelek xebat hatin kirin. Di vê pêvajoya bihurî de têkoşînekî girîng hete kirin û Platforma NA ya Ewropayê bi beşdariya NA’yên xurt kedek û encamekî gîrîng derxistine holê.
Ji bo referandûma ku 16'ê Nîsanê pêk were dengdayîn ji derveyî welat di navbera 27'ê Adar û 9'ê Nîsanê de hat kirin. Di vê pêvajoyê de hemû hevalên me yên erkdar yên li seferatxaneyan erka xwe bi berpisyariyekî mezin pêkanîne.
Ji bo birina welatiyên dengê Na bikarbînin, mal bi mal hatiye geran û sedemên çima gotina NA hatiye gotûbêjkirin, ji bo birina girseyan a ji bo ser sindoqan jî rojane ji aliyê hemû endamên platorma Na ve xebat hatine birêvebirin.
Em ji bo hemû beşên ku di piştgirî dane xebatên me û keda wan di xebatan de heyî spasî dikin. Piştgirî, yekitî û tekoşîna hevpar a ku me ji derveyî welat birêvebîrî piştî ku dengdayîn qediya jî wê berdewam dike. Ji ber ku ji bo dengdayîna referandûma ku di 16'ê Nîsanê de li Tirkiyeyê pêktê, wê heta dawiyê xebatên me dewam bikin û welatiyên me yên li Tirkiyeyê dimînin em teswîqî xwedî derketina li îradeya xwe bikin.
Wek Platfroma Na ya Ewropayê tekoşîna hevpar a ku me li dijî faşîzmê dayî meşandin wê piştî referandûmê ji berdewam bike. “Em li ‘NA’ yên xwe yên ku şeva 16’ê Nîsanê derkeve xwedî derkevîn, heta ku welatekî azad, demokrat û adil ava bikîn, em ê têkoşîna xwe mezin bikin û bidomîni."