Bûldan got: “Çûyîna AKP’ê girêdayî dengên ku wê ji 16’ê Nîsanê derbikeve diyar bike. Kurd bi hêsanî nehatine van rojan. Gelek berdêl dane. Kurd demê Kendan Evren, Tansû Çîler baş dizanin. Li ber kesê stû xwar nekirin. Bi teqez em ê bi ser bikievin. Rêya we û rêya me vekirî be.”
Di mîtînga HDP’ê ya Îzmîrê ya li Qada Gundogduyê de ji bo kesên ku di têkoşîna demokrasî û şoreşê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hate girtin.
Rêxistinên civaka sivîl û nûnerên partiyên Sivîl beşdarî mîtînga HDP’ê ya Îzmîrê bûn. Di destpêk mîtîngê de hevserokên HDP’ê yên Îzmîrê Mahrûz Guleryûz û Gulay Gun Bîlîcî axivîn, piştre beşdarvan derketin ser dikê û gel silav kirin.
Piştre ximên girtiyên ketine greva birçîbûnê derketin ser dikê û axaftin kirin. Bi derketina ser dikê re li qadê dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “ Bijî Berxwednaa Zindana” hatin qîrkirin. Li ser navê malbatên ku 57 roj in di greva birçîbûnê de ne dayika Ozgur Guçlu Naciye Guçlû axivî û gel silav kir û wiha got: “Ev 57 roj in kurê min di grevê de ye. Li gel hevalên xwe li ber çavên min dihelin, bang li hemû cîhanê dikin. Mafê mirovahiyê dixwazin. Ji derveyî wê tiştekî din naxwazin. Ez bi tindî dewleta Tirk rexne dikim. Heta niha ti heyetên serbixwe nehatine bi girtiyan re hev dîtinê pêk bînin. Berxwedan jiyan e. Berxwedana girtiyan silav dikim. Bi berxwedana wan serbilindim. Berxwedana wan silav dikim. Em ê di hilbijartinê de bêjin NA NA NA..”
Parlementerê HDP’ê yê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçû jî derket ser dikê gel silav kir û got: “Em ê axaftinê xwe yên di Newrozê de hê pêşdetir bibin. Ji wê rojê heta niha rewşa Tirkiyeyê hemane. Em hemû baş dizanin. Tişta ku em dixwazin çiqas rast e. Em bi vekirî dibêjin eger ku ‘erê’ yan jî ‘Na’ derkeve em li hemberî rejîma yek kesî stû xwar nakin. Di navîna sedsala 21’an de rê nadin ku hûn padîşahiyê ava bikin. Lîstik û fêlbazî ji Osmaniyan xilas nabe. Em ji her tiştî re amade bin.
Kurkçû bibîr xist ku wekîlên HDP’ê û hevşaredar li girtîgehan in û wiha pêde çû: “Hûn bi ti awayî bi gel re gotûbêj nekiriye. Dema ku we qeyûm ji bo hilbijêrên herêmî kirin we ev destûr derxist. Pêwîstiya gelê Tirkiyeyê bi sîstema serokatiyê nîne, tenê pêwîstiya Erdogan pê heye. MHP’ê tim digot; ‘ Hemû tiştên ku Serokkomar hata roja îro kirîn hemû sûç e’ gotin; ‘Em vî sûcî bikin bi qanûnî’. Li vir dixwazin dagirkeriyê ava bikin. 40 Haramî Dewlet Bahçelî ye. Em we naxwazin. Hûn nikarin bi pereyê gel vê bikin. Em ê di 16’ê Nîsanê de bêjin Na. Em ji 40 haramiyan re dibêjin Na. Ji faşzîmê re dibêjin Na.”
Serokêwekîlê Komê Ahmet Yildirim diyar kir ku çima û ji ber çi daxivin û wiha nirxandin kir: “Me ji çar aliyan ji bo we silav aniye. Em baş dizanin ku her demê Îzmîrê rola xwe ya dîrokî lîstiye. Em di wê ferqê de ne ku wê 16’ê Nîsanê jî rola xwe ya dîrokî bilîze. Wê ji Îzmîrê dengê NA yê rekorê wê derkeve. Îzmîr a încîya Ege yê wê me vala dernexîne. Paketa ku dikeve dengdan ne ji rêzê ye. em şer û aştiyê dixin dengdanê. Di vê wateyê de beşdariya we ya vê karwanê hezar carî silav dikim.
Dibêjin ji ber ku HDP’ dibêje ‘NA’ em jî dibêjin ‘Erê’. Ewqas sozên ku HDP’ê hene, ka hûn destpêkê vê paketê ji gel re vebêjin. Li ser lihevnekirinê me xebatan dikin. Dibêjin li cihekî mîna Amedê ‘hevşaredariya me ji destê me girtin’. Li Amedê şerdarî nema ku te bi qeyûman ji kar negirtin. Ji bo me dibêjin deng bidin me em ê ciwana têxin meclîsê. Merq nekin herî zêde ciwan û herî zêde jin li nava partiya HDP’ê ne. Hûnê ciwanan bibin meclîsê û bixin girtîgehan Hevserokên herî ciwan ên Tirkiyeyê di girtîgehan de ne.”
Yildirim diyar kir ku dibêjin; ‘Me terorîst xistin binê xendekan’ û wiha pêde çû: “Ya ku li xendekan hate binaxkirin mirovahi ye. Li xendekan we dayika Teybet û pitika bi navê Mîray û mirvahî hate binaxkirin. Serokkomar li şûna ku gel îqna bike bila biçe partiya xwe îqna bike. Yên ku partî avakirî nekarîn endamên partiya xwe îqna bikin, ne mumkune ku Îzmîrê îqna bike.”
Hevberdevkê KCD'ê Onur Hamzaoglû bi çend zimanan gel silav kir û wiha axivî: "Di 100. salvegera Şoreşa Cotmehê de cîhan dîsa di taritiyê de ye. Taritiya li Tirkiyeyê enflasyona berî 10 sala dîsa rabûye. Yên dewlemend ji xwe dewlemend in, ên hejar ji hejar in. Em ê bi van hemûyan re bihevre bibêjin NA. Pereyê me bê ku pirs ji me bikin xerc dikin. Ji bo ku petronên wan baştir qezenç bikin karker bi xeniqandinê kuştin. Xwîna di destê van de ev e."
Piştre Serokwekîla Meclîsê û Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Pervîn Bûldan bi dirûşmeyên 'Bijî Serok Apo' re derket ser dikê, Bûldan silav şand ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên di greva birçîbûnê de.
Bûldan wiha axaftina domand: "Em ji bo ku rengê xwe diyar bikin li vir in. Di vê qadê de gelek partiyan ji gel re axivîne. Mixabin her 2 hevserokên me ne li vir in. Çiqas ew li girtîgehê bin jî bi hezaran kes li cihê wan li qadê ne. Em ji hemû parlamenterên girtî re silav dişînin. Yan wê bibêjin erê yan wê bibêjin NA. Erdoganê ku li vê qadê axivî çima dibêje erê behs kir. Di got ezê darvekirinê bînim. Dixwaze gelê Tirkiyeyê bike alav. Em wek gelê Tirkiyeyê em ê ji yek kesiya were bibêjin Na. Tenê çend rojek maye ji referandûmê re çavê xwe berdane Kurdan. Difikirin ku çawe dengê Kurdan bistînin. Gelek sedem hene ku gelê Kurd di referandûmê de bibêje NA."
Bûldan bibîr xist ku li vî welatî di 15'ê Tîrmehê de darbeyek çêbû û wiha anî ziman: "Wek HDP me diyar dikin ku em li dijî darbeyan in. Tenê ji behsa darbeya 15'ê Tirmehê kir. Belê te çima behsa darbeyên xwe ne kir. Behsa darbeyên xwe nake lê behsa darbeya 15'ê Tîrmehê dike û dixwaze dengan bistîne. Kurd baş dizanin axaftina te û Devlet Bahçelî a kevir li ser kevir nehêlin ji bo Sur, Cizîr û Slopiyê. Wê ji tere ne bêjin erê. Di demên qedexeya derketina derve de ku cenazeê dayikan li erdê diman wê kes ji tere nebêje erê. Gelê Kurd ê ku rojên ku we cenaze li pişt wesayîtan girêdida û kaş dikirin ji bîr nakin wê Kurd ji tere nebêjin erê."
Bûldan bal kişand ser qetlîman û got gelên li Îzmirê dijîn wê li dijî qetlîmanên bêdeng nemînin û wiha pêde çû: "Gelê bi nirx yê Îzmîrê ev qes neheqiya ku heye partiyek din tiştek din nake. Lê me li vir qad tejî kiriye. Em spasî ji were dikin. Fîgen Yuseldag şandin nava 4 diwaran. Figen pişta xwe dide milyonan, pişta xwe dide jinan. We ew rehîn girt. Tenê ji bo xebatên NA nekin we rehîn girt. Hilbijartina ku roja Yekşemê pêkwere xwedî dîrokekî giringe. Her mirovê ku roja Yekşemê dengê xwe bikar bîne pêwîste destê xwe dane li ser dilê xwe. Pêwîste di dema bikaranînda dengan de kesên li Cizîrê hatîn qetilkirin ji bîr nekin. Ji bo vê sedemê em dibêjin NA. Dema ku me ev pêkanî em ê bi Tirkiyeyekî demokrat re ji rabin. Me qezenç kir, dengê NA qezenç kir, jinan qezenç kir. “Çûyîna AKP’ê girêdayî dengên ku wê ji 16’ê Nîsanê derbikeve diyar bike. Kurd bi hêsanî nehatine van rojan. Gelek berdêl dane. Kurd demê Kendan Evren, Tansû Çîler baş dizanin. Li ber kesê stû xwar nekirin. Bi teqez em ê bi ser bikievin. Rêya we û rêya me vekirî be.”
Piştî axaftinan mîtîng bi stranên Hunermend Rojda û girtina govendê ve bi dawî bû.