Wezîrê Elman ji bo Erdogan got: Ev kes bêhna mirovan teng dike

Li Elmanyayê, ku tevî hemû zext, zordarî û komkujiyên salên dawî piştgirî ji hikûmeta AKP'ê re hate dayîn, gotinên Wezîrê Maliyeyê yên li dijî Erdogan di rojevê de ye.

Wezîrê Maliyeyê Wolfgang Schaeûble li paytext Berlînê di çalakiyekê de axivî û bal kişand ser zerarên sîstema ku hewl tê dayîn di 16'ê Nîsanê de li Tirkiyeyê bê ferzkirin. Schaeûble diyar kir, ku Erdogan şer û pirsgirêkên li Tirkiyeyê aniye Elmanyayê.

Schaeûble got, "Tiştên ku ev şexs dike, bêhna mirovan gelekî teng dike" û atmosfera zext û zordariyê ya ku alîgirên AKP'ê dixwazin li Elmanyayê çêbikin, rexne kir.

Wolfgang Schaeûble ji Misilmanan xwest, ku helwestê li dijî Îslamiyên radîkal ên li welêt nîşan bidin û anî ziman, lazim e hurmet ji nirx û rêbaza jiyanê ya li Elmanyayê re bê nîşandan.

Schaeûble wiha dewam kir: "Eger (nirxên li vê derê) li we nayê, wê çaxê we biryareke şaş dane. Ji bilî Ewropayê hin cihên baştir hene ku jiyana li gorî şerîatê lê heye."

TEVÎ KOMKUJIYÊN DI 2 SALÊN DAWÎ DE HATIN KIRIN JÎ, HEVKARIYA BI AKP'Ê RE DIPARÊZE

Wolfgang Schaeûble, ku Serokwezîr Angela Merkel polîtîkayên xwe yên malî bi salane radestî wî kiriye, pêr dabû xuyakirin ku eger Serokkomarê Tirk Erdogan daxwaza xwe di referandûmê de bi ser bixîne, dibe ku Tirkiye bikeve nava 'dîktatoriyê'. Ev guhertina helwesta Schaeûble balê dikişîne, ji ber ku ev 2 sal in, tevî komkujiyên tên kirin jî têkiliyên bi desthilatdariya AKP'ê re diparast.