Êrîşî avahiya HDP’ê kirin

Li Denîzliyê êrîşî avahiya HDP’ê kirin. Êrîşkaran li nava avahiyê nivîsên nîjadperest û zayendî yên wekî “Bila Xwedê Tirkan biparêze”, “Em hatin, hûn ne li vir bûn” nivîsandin û 2 komputerên destan û 300 TL desteser kirin.

Duh bi şev 3 kesan êrîşî Avahiya HDP’ê ya Denîzliyê kirin.

Êrîşkaran deriyê avahiya bajêr şikandin û li hundirê avahiyê nivîsên wekî “Bila Xwedê Tirkan biparêze”, “Em hatin, hûn ne li vir bûn” nivîsandin. Li hundir û derveyî avahiyê jî ala Tirkan daliqandin û sê kevan xêz kirin a ku nîşana nîjadperestên Tirkan e. Êrîşkaran afîşên ‘Na’yê yên HDP’ê jî çirandin, ewraqên li saziyê şewitandin û tabelaya avahiyê şikandin. Hat hîn bûn ku êrîşkaran 2 komputerên destan û 300 TL desteser kirine.

Hevserokê Bajêr Yûnûs Ozdemîr diyar kir ku, nîvro Gerînendetiya Emniyetê ya Bajarê Denîzliyê bi têlefonê ew agahdar kirine ku êrîş hatiye kirin û destnîşan kir ku êrîşkar 3 kes in û hê nasnameyên wan nehatine eşkerekirin.