ROJANE
Hemû Nûçe
-
Daxwaza azadiya girtiyên nexweş hate kirin, greva birçîbûnê silav kirin
Di çalakiya ‘Rûniştina F’ de, daxwaz hate kirin ku girtiyên nexweş bên berdan û berxwedana greva birçîbûnê hate silavkirin. -
Li Swêdê dengdayînê dest pê kir
Hilbijêrên li Swêdê ji bo referandûma di 16’ê Nîsanê de piştî saet 09.00’an dest bi dengdayînê kirin. Li Swêdê 37 hezar û 352 hilbijêr hene û dengdayîn li fûara girtî ya li bakurê Stockholmê li Kîstayê tê kirin. -
Bi hezaran kes ber bi mîtînga HDP’ê ya ‘NA’yê ve diherikin
Bi hezaran kes ber bi mîtînga ‘NA’yê ya HDP’ê ya Stenbolê ve diherikin. Li qada mîtîngê girtiyên ku di girêva birçîbûnê de hatin slavkirin. -
Biryara 16’ê Nîsanê ya komeleyên herêman: Sed hezar carî NA!
Koordînasyona Komeleyên Herêman ên Demokratîk biryara xwe ya ji bo 16’ê Nîsanê bi rengê ‘’Sed hezar carî NA’ diyar kir. -
13 kes hatin binçav kirin, Pîra Sîsê hate girtin
Li Îzmîrê di operasyonên qirkirina siyasî de 13 kes hatin binçav kirin. Li Mûşê jî Pîra Sîsê Bîngol ya 78 salî tevî kurê xwe Zafer Bîngol hate girtin. -
Li Cinêvê bernameya hevgirtinê ya ji bo Şirnexê
Bi mebesta hevgirtinê danasîna malên prefabrîk ên ji bo Şirnexê li Cinêvê hate kirin. -
Li Edene û Wanê tirsa AKP’ê ya ji NA’yê!
Her ku referandûm nêz dibe AKP’ê ji ‘NA’yê diqutife. Li Edene û Wanê polîs û zabiteyan xwestin xebatên HDP’ê aseteng bikin. -
Malbatên di grevên birçîbûnê de: Bila mirin pêk neyê!
Ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya ku 53 roj in li Girtîgeha Şakranê didome, malbat jî ketin greva birçîbûnê. Çalakvanên di greva birçîbûnê de diyar kirin, ji bo ku piştgiriyê bidin girtîgehan û rê li ber mirinan bigirin, dest bi vê çalakiyê kirine. -
‘Heke daxwazên me neyên qebûlkirin çalakiyên me wê mezintir bibin’
Girêva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a girtiyên li Girtîgeha Şakranê di roja 53’an de berdewam dike. Necdet Kaya ku di girêva birçîbûnê de ye diyar kir heta ku daxwaz neyên qebûlkirin wê çalakiyê berfirehtir bibin. -
Guven: AKP yê çûnê ye, mifteya çareseriyê di destê Ocalan de ye
Hevseroka KCD’ê Leyla Guven diyar kir ku li Kurdistanê “Na” her ku diçe xurttir dibe û êdî hêza berê ya AKP’ê jî nemaye û got, “AKP nikare kêşeya kurdan çareser bike. Ji ber vê jî AKP yê çûnê ye.” -
KCDK-E ji bo grevên birçîbûnê çalakiyan lidar dixe
KCDK-E: Girtîgeh veguherîne kampa esîran. Mafên herî xwezayî yên girtiyan jî weke çekekê li dijî wan bi kar tîne. -
Adenaûer hevrikê xwe Wîlly Brandt daye şopandin
Ji Serokwezîrên CDU'yî Konrad Adenaûer, ku tê zanîn piştî Şerê Duyemîn ê Cîhanê gelek endamên berê yên Nazî anî ser wezîfeyên griîng, hevrikê xwe yê sosyal demokrat Wîlly Brandt bi rêya îstîxbaratê şopandiye. -
AKP niha jî bi rêya nameyê dikeve Ewropayê
AKP, ku nikare wezîrên xwe û parlamenterên xwe bişîne Ewropayê, niha jî hewl dide bi rêya nameyan bikeve nava welatên Ewropayê. -
Çalakî ji bo ku balbirina ser grevên birçîbûnê
Ji bo ku balê bibin ser greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK’ê yên li girtîgehên Tirkiyeyê, li gelek bajarên Ewrûpayê çalakî hatin li dar xistin. -
HDK-Ewropayê ji bo dengê 'NA' bang kir
Hevserokê HDP-Ewropayê Demîr Çelîk bang li dengdêrên li Ewropayê kir, ku ji bo pêşîgirtina li faşîzma AKP-MHP'ê biçin ser sindoqan û dengê 'NA' bidin. -
Xeta peywendiyên baş ên Rûsya û DYA yên ji bo Sûriyeyê wê bên rawestandin
Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Îgor Konaşenkov, ragihand ku xeta peywendiyê ya bi armanca koordînasyona li gel DYA’yê li Sûriyeyê, wê ji roja Şemiyê û pêve bê rawestandin. -
Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Şedadê hate şikandin: 9 çete hatin kuştin
Hêzên QSD’ê, bi tundî bersiva êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Şedadê dan. Di şerê derketî de 9 çete hatin kuştin. -
Li Rennesê ji bo balê bikişînin li ser greva birçîbûne meşek hate lidarxistin
Li bajarê Rennes a Fransayê ji bo balê bikişînin li ser greva birçîbûn a ku girtiyên PKK û PAJK’ê yên li gîrtîgehên Tirkiyeyê dane destpê kirin, Kurdistanî û dostên wan çalakiyek lidar xistin. -
Ji KCDK-E bang: Ji bo ‘NA’ em bibin seferber!
KCDK-E, ji bo ‘NA’ yê bi bang kir ku bi ruhê seferberiyê di van sê rojên dawî de bixebtîn û biçîn ser sindoqan. -
Girtiyên ku di greva birçîbûnê de ne tên sirgûnkirin
Hikûmeta AKP'ê, girtiyên ku ketine greva birçîbûnê bi sigûnkirinê ceza dike! -
Di hevdîtinên ‘NA’ yê de coş bilind dibe
Hevdîtinên HDP’ê û DBP’ê yên ji bo ‘NA’ bi gel re her ku diçe belav dibe. Heyetên ku li bajarên Kurdistanê bi gel re dicivin, bang li gel kirin ku biçin ser sidoqan û xwedî lê derkevin. Di hevdîtinên gel de coş bal kişand. -
Li Gundê Hedacê şerê dijwar diqewime
Li ser bersivdayîna şervanên Xezeba Firatê ya êrîşa Çeteyên DAIŞ’ê ya li ser gundê Hedacê şerê dijwar qewimî. Di şer de gelek çete hatin kuştin. -
350 kesan piştgirî dan girtiyên di grevên birçîbûnê de
350 rewşenbîr, nivîskar, hunermend, akademisyen, hiqûqnas û siyasetmedar piştgirî dan girtiyên di grevên birçibûnê de. -
Demirtaş: Divê li dijî êrîşan bi hêztir ji bo 'NA' yê em bixebitin
Demirtaş nerazîbûn li dijî operasyonên qirkirina siyasî da û wiha got: "Ev êrîş, pêwîste bibe hincetek ya ji bo xebatkirina dengê 'NA' bihêztir bikin." -
Li Îzmîrê malbatên girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin!
Malbatên girtiyan ji bo ku balê bikişînin ser greva birçîbûnê ya girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin.