Li 20 girtîgehan zêdeyî 200 girtî di grevê de ne
Grevên birçîbûnê yên girtiyên siyasî mezin dibin. Zêdeyî 200 girtî li 20 girtîgehan di grevê de ne. Greva birçîbûnê ya li Şakranê di roja 58'an de ye.
Grevên birçîbûnê yên girtiyên siyasî mezin dibin. Zêdeyî 200 girtî li 20 girtîgehan di grevê de ne. Greva birçîbûnê ya li Şakranê di roja 58'an de ye.
Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakranê di asta krîtîk de ye. Greva bêdem-bêdorveger a girtiyan, ket roja 58'an.
Şakran T2:
Hejmara girtiyan: 8
• Şakran T3:
Hejmara Girtiyan: 5
• Şakran T4 (Koma 1.):
Hejmara Girtiyan: 8
• Şakran T4 (Koma 2.):
Hejmara Girtiyan: 7
• Şakran-Jin:
Hejmara Girtiyan: 5
Qonaxa heyî ya greva li Şakranê weke 'pêvajoya bi rîsk a jêveger nîne' tê binavkirin.
SÊRT
Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Sêrtê, girtî ji 10'ê Nîsanê û vir ve di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ne. Girtiyan, di 13'ê Adarê de bi koma ji 5 kesan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-bi dorveger kirin. Her pênc girtiyên ketin grevê, di 17'ê Adarê de sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Bandirmayê hatin kirin. Piştre koma duyemîn a ji 7 kesan pêk tê, çalakî dewr girtin. Dûre koma 3. a ji 5 kesan çalakî dewr girt.
Şerîf Gungen, Zekeriya Seven, Zekî Cengîz, Yavûz Odumlu, Mûstafa Gunduz ji 10'ê Nîsanê û vir ve di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ne.
SÎNCAN
Li Girtîgeha Sîncanê, di koma destpêkê de 7 girtiyên jin, di koma duyemîn de jî 9 girtiyên jin ketin greva birçîbûnê. Koma sêyemîn jî ji 10'ê Nîsanê û vir ve di greva birçîbûnê de ne. 9 kesên din jî ketin grevê û bi vî rengî hejmara girtiyên ketine grevê gihîşt 25 girtiyan.
BOLÛ
Li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê, 10 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de bûn. 8 girtiyên din jî tevlî grevê bûn. 8 girtiyên di 11'ê Nîsanê de tevlî grevê bûn, ev in: Recep Belîk, Alî Dalaban, Mahmût Yamalak, Savaş Barîk, Suphan Delen, Mûrat Çetînkaya, Mûrat Satilmiş, Ozkan Kart.
TOKAT
Li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê, 5 girtiyên di 11'ê Nîsanê de ketin grevê ev in: Rojhat Aydin, Mehmet Yîgît, Mûrat Sonmez, Sînan Sayik, Mehmet Emîn Ogûr.
SAMSÛN
Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Vekîrkopru ya Samsûnê, 11 girtî ev 12 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ne.
Malbatên girtiyên di grevê de ne Agît Tûfan, Îsa Kilvan û Hasan Şaşi serî li Şaxê Edeneyê yê Komeleya Mafên Mirovan dan û diyar kirin, piştî greva birçîbûnê zextên li girtîgehan zêde bûne.
ANTALYA
Li Girtîgeha Tîpa L a Alanya-Antalyayê, greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a ku Hacîre Çay û Gûrbet Ozturk di 30'ê Adarê de dest pê kirin, dewam dike. Sîma Dûra û Sûzan Guven jî di 10'ê Nîsanê de dest bi grevê kirin.
GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ LI GELEK GIRTÎGEHAN DEWAM DIKIN
Li girtîgehên Tekîrdag T1 10 girtî 37 roj, Tarsûs-Jin 5 girtî 30 roj, Hatay Tîpa T 11 girtî 13 roj, Kepsût a Balikesîrê 6 girtî 10 roj, Menemen Tîpa T 4 girtî 9 roj, Ceyhan Tîpa M 3 girtî 10 roj, Baybûrt Tîpa M 2 girtî 10 roj, Bandirma Tîpa M 21 girtî 9 roj, Duzce Tîpa T 4 girtî 10 roj, Gebze-Jin 7 girtî 9 roj, Sîlîvrî Hejmara 5'an 10 girtî 9 roj, Kiriklar Tîpa F 12 girtî 8 roj, Kandira 5 girtî 7 roj in di greva birçîbûnê de ne.
Hejmara girtiyên li 20 girtiyan di grevên birçîbûnê yên bêdem-bêdorveger de ne, 200 derbas kir.