Rêya êrîşkarê li Stockholmê jî li ser Tirkiyeyê re derbas bûye!

Hat diyarkirin ku Rakmat Akîlov ê 39 salî ku li Stockholmê bi kamyonê êrîşek lidar xist û di êrîşê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dabû, ji Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê bûye.

Radyoya Swêdê û Radyoya Azad a Ewropayê diyarkir ku Rakhmat Akîlov ê ku di 7’ê Nîsanê de li Stockholm a paytexta Swêd ê bi komyonekî êrîş pêkanîbû, dema li Tirkiyeyê dimîne, têkilî bi komên radîkal re datîne.

Radyoya Azad a Ewropayê, nûçeya ku spart çavkaniyê Ozbekîstanê û diyarkir ku Akîlov ji ber karê xwe yê bazirganiyê gelek caran bi hevsera xwe ve li Tirkiyeyê dimîne, piştî ku ji hevsera xwe cuda dibe, di sala 2012’an de li Tirkiyeyê bi cih dibe. Her wiha di nûçeyê de cih daye gotinên kesûkarên Akolîv û diyar dikin ku dema êrîşkar li Tirkiyeyê bû têkilî bi komên redîkal re çêdike, beriya biçe Swêdê li Tirkiyeyê dibe redîkal.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastina Ozbekîstanê, Rakhmat Akîlov di sala 2015’an de li Sûryeyê derbasî Tirkiyeyê bûye.

Berya niya di êrîşên Fransa, Belçîka, Rûsya û herî dawî jî di êrîşa Misirê de derket holê ku êrîşkar li Tirkiyeyê mane û ji vir diçin Sûryeyê û tên.