Yuksekdag: Dengê 'NA' wê bi ser bikeve
Yuksekdag di rûniştina dozê de axivî û got, di referandûmê de wê dengê 'NA' bi ser bikeve.
Yuksekdag di rûniştina dozê de axivî û got, di referandûmê de wê dengê 'NA' bi ser bikeve.
Rûniştina doza li dijî Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag hate vekirin, li 13. Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê dest pê kir. Beriya destpêkirina dozê, 2 parlamenterên ji Parlamenta Swêdê, bi hinceta ku wêne kişandine ji salonê hatin derxistin. Heyetên ji Partiya Komunîst a Fransayê, Komeleya Dostaniya Fransa-Kurd, Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê, PES, Partiya Çep a Elman (Dîe Lînke) û Konferansa Jinê ya Cîhanê, Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, endamên Meclîsa Jinê, nûnerên Meclîsa Azadiyê ya Jinan û gelek rêxistinên jinan, ji bo şopandina dozê, li rûniştinê amade bûn.
BAL BIR SER BÊHIQÛQIYÊ
Yuksekdag ku li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê girtî ye, bi rêya sîstema deng û dîmen tevlî rûniştina dozê bû. Ev doz, ji ber hevpeyvînek bi çapemeniya Elman re kiribû, bi îdîaya "propaganda rêxistinê" li Yuksekdag hate vekirin. Yuksekdag di destpêka axaftina xwe de her kesên li salonê silav kir û dest bi parastina xwe kir. Yuksekdag bal kişand ser betalkirina wekîltiya xwe û got, "Dema ku min wezîfeya hevserokatiya Giştî û wekîltî dikir, wekîltiya min û wezîfeya min a li nava partiyê hate betalkirin. Ev yek binpêkirina destûra bingehîn e. Ev darizandin û darizandinên din jî binpêkirina destûra bingehîn e. Li kîjan devera cîhanê, hevseroka sêyemîn mezintirîn partiya li welêt hatiye girtin? Dema ku mirov li mînakên vê yên li cîhanê dinerin, dibînin ku rewşeke bi vî rengî tenê di nava dîktatoriyê de rû daye. Di dîtina min divê darizandin bê rawestandin û navber were dayîn."
Yuksekdag diyar kir, gel ev biryara li dijî wê hatiye dayîn nas nake û wiha dewam kir: "Vîna hilbijêran di ser her tiştî re ye. Rayedarên hikumetê timî qala vîna gel dike. Lê vîna hilbijêrên me weke vîna gel nayê dîtin! Ev yek desteserkirina vîna gel e. Kes nikare mafê me yê axaftinê ji destê me bigire. Ev yek binpêkirina maf e. Ti gotineke me nîne ku nikaribin li pêşberî dadgeriyê, gel û welatiyan hesabê wê nedin."
Fîgen Yuksekdag destnîşan kir, ku dadgerî veguheriye amûreke zextê û got, "Mînakên bi vî rengî di nava demokrasiyê de nayên dîtin. Ez îro li vê derê weke siyasetvanekê têm darizandin. Mafê siyasetvanekê ye ku baxive. Lê belê ev yek li Tirkiyeyê ne pêkan e."
'EZ LI SER NAVÊ 6 MÎLYONAN DAXIVIM'
Yuksekdag got, "Eger li welatekî, bi mîlyonan mirov weke 'terorîst' tên sûcdarkirin, hingî li wê derê pirsgirêka rêveberiyê heye. Dadger li ser vê gotinê ji Yuksekdag re got, "Ev der ne qada mîtîngê ye" û parastina wê birî.
Piştî vê mudaxleya dadger Yuksekdag dewam kir: "Ez ne mirovek ji rêzê me. Ez Hevseroka partiya sêyemîn a herî mezin a Tirkiyeyê me. Ez li vê derê li ser navê 6 mîlyon însanî daxivim. Ji ber vê yekê, hûn li vê derê mirovek ji rêzê mehkeme nakin."
Yuksekdag anî ziman, ev darizandin darizandineke xweranegirtinê ye û got, "Ez dibînim ku li vê derê, xweranegirtin li gotinên min hene. Min ev gotin, tenê di hevpeyvîneke bi rojnameyekê de negot. Ev yek ji bo Tirkiyeyê rewşeke trajîkomîk e. Min ev gotinên xwe li meclîsê jî anî ziman. Bila ew jî werin darizandin."
'DENGÊ NA WÊ BI SER BIKEVE'
Yuksekdag bal kişand ser referandûma li ser destûra bingehîn were kirin û destnîşan kir, ku ew ji dil bawer dike, wê dengê 'NA' bi ser bikeve û her kes careke din silav kir.
Piştî axaftina Yuksekdag û parêzer, heyeta dadgehê rûniştin ji bo 6'ê Hezîrana 2017'an taloq kir.
Kesên beşdarî rûniştina dozê bûn, di dawiya rûniştinê de ji Yuksekdag re silavê xwe şandin û jê re gotin 'Em ji te hez dikin'. Beşdaran dirûşma "Hevserok Fîgen, rûmeta me ye" qîriyan.