Akademîsyen Galîp Genîz Altinay, ku ji ber mohra xwe danî binê belavoka aştiyê ji zanîngehê hate avêtin diyar kir, referandûma ku desthilatdariya AKP-MHP ferz dike rewa nîne û ji her kesî xwest, bi dayina dengê NA, li ber vê rabin.
SEDAT SÛR
MERSÎN / ANF
pêncşem, 13 avrêlê 2017, 07:00
Galîp Denîz Altinay, ku Hîndekarê Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Mersînê bû, dema ku li bajarên Kurdan dorpêçî, êrîş û komkujiyên hebû, mohra xwe danî binê belavoka 'Em ê hebin hevparê vî sûcî' ya Akademîsyenên ji bo Aştiyê. Ji ber vê yekê jî, bû yek ji bi sedan akademîsyenan, ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnî de, ji kar bê avêtin. Altinay, li ser referandûmê ji ANF'ê re axivî.
Altinay destnîşan kir, ku ew li dû gotinên xwe yên beriya niha ye, wê her tim jî li dû wan bin û got, "Ez hiqûqnas an jî zanyarê siyasetê nînim, lê zanyarê civakî me. Ji bo fêhmkirina rewşa heyî ya welêt, welatîbûn têrê dike. Pêvajoya heyî ez dikarim bi vî rengî binirxînim. Par dema ku me mohra xwe danîn binê metna aştiyê, me got, 'Dewlet bi rêk û pêk li bajarên kurdan şîdeteke giran dike'. Bûyerên ku di 15'ê Tîrmehê de qewimîn, gotinên me piştrast kirin. Piraniya leşker û polîsên bi hewldana darbeyê hatin sûcdarkirin, ew kes bûn ku li bajarên Kurdan şîdet dikirin. Lewma hikumetê bi xwe jî qebûl kir, bê hin hêz û rêxistinbûnên nava xwe şîdeteke çawa dike."
DIVÊ EM JI VÊ PÊVAJOYÊ RE BÊJIN NA
Altinay diyar kir, ev referandûm li ser civakê tê ferzkirin û wiha dewam kir: "Gelek rewş û bûyerên li welêt, ji xwe rewa nînin. Metnên Destûra Bingehîn metnên bingehîn ên welatekî ne; metnên ji her alî ve hiqûqî ne. Li her devera cîhanê tê dîtin, ku metnên bi vî rengî di encama lihevkirineke cidî ya civakê de tên amadekirin. Desthilatdariya heyî ya li Tirkiyeyê bi ti awayî xwe neda ber lihevkirinê. Berevajî, bi rêya zext û zordariyê, mirov xist nava pêvajoya referandûmê. Eşkere ye, ku wê hewl bide encama ji vê referandûmê derkeve jî bi zext û zordariyê bide qebûlkirin. Ev yek pêvajoyeke, ku li ser me tê ferzkirin. ji ber vê yekê divê em biçin ser sindoqan û dengê NA bidin. Yekane rêya pêşîgirtina li vê ferzkirinê, dayina dengê NA ye."
SERKETINA DENGÊ NA WÊ BIBE SERKETINEKE BÊHEMPA
Galîp Denîz Altinay bibîr xist, desthliatdarî bi zext, şîdet û hemû derfetên xwe, kampanya 'erê' dimeşîne û got, tevî vê yekê eger dengê NA bi ser bikeve, ev ê bibe sedem ku desthilatdarî hemû polîtîkayên xwe yên heta niha dimeşîne di ber çavan re derbas bike.
Altinay bi berdewamî got, "Ev yek wê bibe nîşaneya wê yekê, ku gel çawa dikare li ber zextên desthilatdariyê rabe. Normal, hikumeteke rewa divê hurmetê nîşanî encama ji vir derkeve bide. Beriya her tiştî encama bingehîn ev e. Desthilatdarî hemû derfetên xwe gelekî zêde bi kar tîne û bi ser gel ve diçe. Kesê li meqama Serokkomariyê, di ekranan de, di rojnameyên nêzî xwe de radibe dibêje 'Ez jî dibêjim erê'. Ev bi tenê nîşan dide ku em di nava şert û mercên wekhev û rewa de nînin. Lewma serkertina dengê NA di nava van şert û mercên zext û bêhiqûqiyê de, wê bibe serketineke gelekî mezin. Serketina dengê NA wê bibe destpêka pêvajoyeke nû ya li welêt."
ÇÛYÎNA SER SINDOQAN GELEKÎ GIRÎNG E
Altinay got, "Dil dixwest, em hevpeymaneke civakî ya rasteqîn, ku xwe dispêre lihevkirinê amade bikin. Lê mixabin ev metna guhertina destûra bingehîn li ser me hate ferzkirin. Li dijî vê ferzkirinê, her wiha ji bo ferzkirinên bi vî rengî zêdetir nebin, divê em biçin ser sindoqan. Divê em pêşî li vê ferza desthilatdariyê bigirin. Çûyîna ser sindoqan ji bo dengê NA gelekî girîng e. Em bang li her kesî dikin ku biçin ser sindoqan."