AvEG-Konê ji bo geşkirina berxwedanê bang kir
AvEG-Konê li ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehên li Tirkiyeyê daxuyaniyek da û ji bo geşkirina piştgirî û berxwedanê bang kir.
AvEG-Konê li ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehên li Tirkiyeyê daxuyaniyek da û ji bo geşkirina piştgirî û berxwedanê bang kir.
Konfederasyona Koçberan a Bindest li Ewropayê (AvEG-Kon) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, dîktatoriya AKP/Qesrê ya faşîst, êrîşên xwe yên li dijî gelan, şoreşgeran, sosyalîstan û dengdêrên 'NA ji dîktatoriyê re' zêde kiriye. AvEG-Kon destnîşan kir, ku zindan hatine dagirtin, girtî tên tecrîdkirin û mafên wan tên binpêkirin.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û girtiyên li gel wî, afirandina mercên muzakereyê, sererastkirina şert û mercên girtîgehan ên bi Rewşa Awarte re giran bûn, dawîanîna li binpêkirina mafên mirovan li girtîgehan û qedandina dorpêçî û operasyonên siyasî yên li bajarên Kurdan, 183 girtiyên siyasî yên li 20 girtîgehan, ji 15'ê Sibata 2017'an û vir ve di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ne. Hat ragihandin, li girtîgehên jinan û li beşên jinan ên girtîgehên tevlîhev, 40 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ne.
AvEG-Kon da zanîn, ji bilî grevên birçîbûnê yên bêdem-bêdorveger, li girtîgehên Tirkiyeyê ji 14'ê Adara 2017'an û vir ve, bi dorvegeriya 5 rojan carekê, grevên birçîbûnê dewam dikin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, girtiyên ku ji bo daxwazên xwe yên mafdar û rewa ketine greva birçîbûnê, gihîştine rojên 60'î û êdî pirsgirêkên giran ên tenduristiyê li wan der dibin.
AvEG-Kon xwest, tavilê bersiv ji daxwazên girtiyên di grevê de ne bê dayîn û wiha dewam kir: "Eger li zindanan bûyereke neyînî rû bide, wê dîktatoriya AKP/Qesrê ji vê berpirsyar be û neçar e hesabê vê bide.
Weke AvEG-Konê em piştgiriyê didin grevên birçîbûnê yên li zindanên Tirkiyeyê û xwedî li daxwazên girtiyan derdikevin. Em zanin; ji bo girtiyên li dijî zilmê bi bedena xwe li ber xwe didin bi ser bikevin, pêwîstî bi piştgiriyê heye."