Li Ewropayê piştgiriya ji bo berxwedana zindanan zêde dibe

Li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê, li bajarên Viyana û Lînz ên Awûstûryayê, li bajarên Basel û Zurîch ên Swîsreyê û li bajarê Lîmasol ê Qibrisê grevên birçîbûnê yên bi dorveger ên ji bo piştgiriya girtîgehan didomin.

Li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê, li bajarên Viyana û Lînz ên Awûstûryayê, li bajarên Basel û Zurîch ên Swîsreyê û li bajarê Lîmasol ê Qibrisê grevên birçîbûnê yên bi dorveger ên ji bo piştgiriya girtîgehan didomin.

FRANKFÛRT

Li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Sarayê û Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Offenbachê standa agahdarkirinê hate vekirin û mîtîngek hate li dar xistin.

Di standa agahdarkirinê de ya li bajarê Offenbachê belavokên pankartên “Li girtîgehan girtî dimirin”, “Azadî ji hemû girtiyên siyasî re” hatin vekirin û belavokên bi Tirkî û Elmanî hatin belav kirin.

Mîtînga li standa agahdarkirinê bi rêzgirtinê dest pê kir. Di mîtîngê de Berdevka Meclîsa Jinan a Sarayê Nezîre Ozgur axivî û got, “Îro li girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, çalakvanên greva birçîbûnê hatine sînorê mirinê. Ji bo piştgiriya çalakiya hevalên me, divê em jî têkevin nav hewldanan. Di serî de li Elmanyayê divê li hemû bajarên Ewropayê bihistyarî were ava kirin û em bang dikin ku bi awayekî çalak beşdarî çalakiyan bibin.”

Mîtîng bi sloganên wekî “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” hate bi dawî kirin.

VIYANA

Li paytexta Awûstûryayê Viyanayê ji bo balkişande li ser grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkutiya li girtîgehan were rakirin û ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê ya girtiyên siyasî, greva birçîbûnê ya bi dorveger hate dest pê kirin.

Çalakiya ku duh hatibû dest pê kirin îro li ber avahiya Parlementoya Konseya Ewropayê ya Viyanayê didome.

Kurdistanî û dostên wan diçin konê li ber parlementoya Viyanayê û piştgiriyê didin çalakvanan.

LÎNZ

Li bajarê Lînzê yê Awûstûryayê ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê yên li Tirkiyeyê, komek Kurd dest bi greva birçîbûnê ya bi dorveger kirin. Çalakiya ku li Atolyeya Aştî û Piştgiriyê ye, Kurdistanî û dostên wan ên Avûstûryayî piştgiriyê didin wan.

BASEL

Li bajarê Baselê yê Swîsreyê ji bo balbirina ser grevên birçîbûnê yên li zindanên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, greva birçîbûnê ya ji bo 3 rojan hate dest pê kirin.

Bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Ronahî ya Baselê û tevgera ciwanên Swîsreyê ya Ciwanên Azad li qada Claraplaztzê bi vegirtina konekî mezin, çalakî hate dest pê kirin.

Piştî rêzgirtina şehîdên şoreşê, belavoka bi elmanî ya li ser greva birçîbûnê hate xwendin.

Li ser navê çalakvanan Zuleyha Çakal belavok xwend û got, “Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkutiyên li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê her ku diçin zêdetir dibin. Derbarê rewş û tendirustiya girtiyên ku li hemberî vê zilm û polîtîkayan ketin greva birçîbûnê, xeberên nebixêr tên. Ji bo piştgiriyê em jî dikevin greva birçîbûnê ya 3 rojan.”

Di belavokê de de banga bihistyariyê li raya giştî hat kirin.

Posterên Ocalan û pankartên bi Elmanî li konê çalakiyê hatin daliqandin.

ZURÎCH

Bi pêşengiya Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk a ku li Kantona Zurîchê ya Swîsreyê ye, ji bo piştgiriya girtiyên li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ketine grevên birçîbûnê, komeke ku ji 30 kesan pêk tê, dest bi greva birçîbûnê kirin.

Koma ku li Qada Staûffacherê bi daxuyaniyeke çapemeniyê dest bi greva birçîbûnê kirin gotin ku, “Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a girtiyên PKK û PAJK’ê yên li girtîgehên Tirkiyeyê îro ketiye roja 56’emîn. Polîtîkayên faşîst ên rejîma AKP-MHP’ê yên li ser gelê Kurd û li ser hêzên demokratîk di asta herî jor de li ser girtiyên siyasî tên pêkanîn.

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi Rewşa Awarte re zext û îşkenceyên fîzîkî û psîkolojîk ên li ser girtiyên siyasî hatiye wê astê ku, êdî mirov nikare qebûl bike.

Bi rojan e, ligel hemû hişyarî û hewldanan dewleta faşîst a AKP’ê, çavê xwe ji daxwazên mafdar û meşrû yên girtiyan digire.

Daxwazên berxwedêrên siyasî yên di grevên birçîbûnê de, daxwazên me ne jî. Em wekî Navenda Civakî ya Kurd a Zurîchê vê çalakiya wan silav dikin û ji raya giştî re diyar dikin ku em ê jî dest bi greva birçîbûnê bikin."

LÎMASOL

Li bajarê Lîmasol ê Qibrisê jî ji bo piştgiriya girtiyên siyasî yên ku ketine greva birçîbûnê, Kurdistanî li ber şaredariya Lîmasolê hatin bav hev û dest bi greva birçîbûnê ya ji bo 2 rojan kirin.