Xebatên dengê NA li gelek navendan didomin
Ji referandûmê re tenê 4 roj ma partiyên siyasî , sendîka û rêxistinên civaka sivîl tax bi tax, kolan bi kolan, mal bi mal digerin û banga dengê NA ji welatiyan kirin.
Ji referandûmê re tenê 4 roj ma partiyên siyasî , sendîka û rêxistinên civaka sivîl tax bi tax, kolan bi kolan, mal bi mal digerin û banga dengê NA ji welatiyan kirin.
Li gelek bajaran lez hat dayina xebatên mitîng, daxuyaniya çapemeniyê, çalakî û aktivîteyan.
MÊRSÎN
Platfroma Şaxên Konfederasyona Sendikayên Kedkar ên Civakê (KESK) ên Mersinê, têkildarî referandûma 16'ê Nîsanê li Cemiyeta Rojnamevanên Mersinê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di salona civinê de pankarta 'Kedkarên Civakê ji Rejîma Yek Kesî re dibêje 'NA' hat vekirin.
Di civinê de Derdevkê Demê Îmam Ozdermir axivî û diyarkir ku heta roja îro 103 hezar kedkarên civakê bi şêweyê bê heqî û Biryarnameyên di Hikmê Qanûna de hatine ji kar hatine dûrxisitn. Ozdemir wiha domand; "Em kedkar ji bo xwedî li demokrasiya welatê xwe derbikevin ji vê pêşnûmeya Destûra Bingehîn re dibêjin NA. Bi vê Destûra Bingehîn re ked tê kolekirin. Em ji bo pêşeroj û mafê kedkaran dibêjin NA. Ji bo demokrasî, aşitî, azadî û ji bo pêşeroja hevpar em bang li kedkaran dikin ku bêjin NA."
COLEMÊRG
Ji bo mitînga sibê a li otogara şaredariyê a Colemêrgê ku Berdevkê HDP'ê Osman Baydemir, Parlamenterên HDP'ê Dîlek Ocalan û Adem Geverî tevlî dibin banga tevlîbûnê hat kirin. Komisyona hilbijartinê ku li bajêr xebatên referandûmê dimeşîn piştî serdana gundan îro taxên bajêr geriyan û welatî vexwendîn mîtîngê. Bi wesayîta HDP'ê ya hilbijartinê serdana taxên Mezran, Karşiyaka, Yenimahalle û Berçelan hat kirin û belavok hatin belavkirin û gel vexwendin mîtîngê.
GEVER
Li navçeya Colemêrg Geverê ku wê sibê li beramberî Nexweşxaneya Dewletê mîtînga Na pêk were, li avahiya HDP'ê a navçeyê têkildarî mîtîngê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Di civînê de Hevserokê HDP'ê yên navçeyê Bahattin Keremoglû axivî û wiha got: "Berdevkê HDP'ê Osman Baydermir, Parlamenera HDP'ê a Riha yê Dîlek Ocalan, Parlamenterên Wanê û Hunermend Xêro Abbas tevlî mîtîngê bibin. Em hemû gelê xwe bi rihê berxwedanê vedixwînin mîtîngê. Piştî daxuayniyê Parlamenterê HDP'ê Adem Geverî, rêveberên HDP'ê û DBP'ê yên bajêr û gelek welatiyan belavokên NA belavkirin û gel vexwendin mîtîngê.
ŞEMZÎNAN
Li navçeya Şemzînan jî rêveberên HDP'ê û DBP'ê yên navçeyê di çarçoveya xebatên referandûmê de serdana dikandaran kirin. Heyet rastî eleqeyek mezin a gel hatin û polîsan xwest serdanê asteng bikin. Lê belê heyetê li rexmê hemû astengiyan serdanên xwe domandin û li navenda bazaarê alên NA daliqandin.
Li navçeya Çelê jî di çarçoveya xebatên referandûMê de rêveberên HDP'ê û DBP'ê yên navçeyê bi gel re civiyan û belavokên NA belavkirin û balkişandin li ser giringiya dengê NA.
AMED
HDP'ê li Amedê lez dan xebatên referandûmê. HDP û DBP'yî yan beriya mîtînga fînalê a 15'ê Nîsanê li Amedê, li navçeya Surê belavkok belavkirin û bang li gel kirin ku xwedî li sindoqan derbikevin. Parlamenterên HDP'ê yên bajêr Sibel Yitigalp û Ziya Pir, Endamê MYK'ê yê HDP'ê Omer Onen, Hevseroka HDP'ê ya navçeyê Gulşen Ozer piştre li navçeya Çinarê bi gel re civiyan.