Ji ber êrîşa Dortmundê kesêkî ku tekîliya wî bi DAÎŞ’ê re hate binçavkirin

Li bajarê Dortmund ê Elmanyayê, piştî êrîşa li nêzî otobusa tîma footbola Dortmund Borussîayê, gumana çalakiya terorîstên radîkal zêde bû, hat ragihandin ku piştê lêkolînan ji 2 çeteyên gumanbar yek hate binçavkirin.

Di çerçoveya lêkolînan êrîşê de ku duh li bajarê Dortmundê pêkhat, lîstikvanek birîndar bibû, gumana li ser 2 kesên radîkal ê îslamîst, zêde bû.

Li gorî daxuyaniya Dozgeriya Federal, hemwelatiyekî Iraq ê 25 salî bi gumana têkiliya wî bi êrîşê re heye hatiye binçavkirin. Tê gotin ev kes nêzê çeteyên DAÎŞ’ê ye.

Di çerçoveya lêkolînê de,tê gotin ku gumanbarek din jî heye, lê ev kes hê nehatiye binçavkirin.

Duh êvarê piştê êrîşê laperek hatiye dîtin, li ser laperê gefên, li ser Sûryeyê paşvekişandina Balafirên keşfê yê Elmanya yên bi navê Tornado û girtina balefirgeha Ramsteîn a ku leşkerên Amerîkayê lê dimînin hatiye kirin.