Li girtîgehê girtiyê nexweş Çetîn Tutkun hat derbkirin

Girtiyê nexweş Çetîn Tutkun 9’ê Gulanê sewqî Girtîgeha Kartepeyê hate kirin. Tutkun, di têketina girtîgehê de li dijî ferzkirina lêgerîna tazî derket û hate derbkirin û rapora derbkirinê jê re nehat dayîn.

Girtiyê nexweş Çetîn Tutkun di 9’ê Gulanê de ji Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê sewqî Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kartepe ya Çorluyê hate kirin. Di dema têketina girtîgehê de lêgerîna tazî li Tutkun hate ferzkirin. Tutkun ê li dijî vê sepanê derket, hate derbkirin.

Wekîlên DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan û Meral Daniş Beştaş, têkildarî tiştên Tutkun jiyayîn, serî li Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê (ÎHÎK) dan.

Di serlêdanê de wekîlan cih dan nêrînên malbatê û gotin ku gardiyanan di têketina girtîgehê de li odeyeke bêkamera zexta lêgerîna tazî li Tutkun ferz kirine û dema Tutkun bertek nîşan dayî jî hatiye derbkirin. Di serlêdanê de hate gotin ku gardiyanan qirika Tutkun şidandine, xwestine bêhna wî kurt bikin, ji ber derbkirinê nebz û tansiyona wî bilind bûye, li ser vê yekê rakirine nexweşxaneyê û nexweşxaneyê jî rapora derbkirinê nedaye.

Bi domdarî hate xwestin ku tundî û miameleya xerab a li Tutkun hatiye kirin were lêkolînkirin û wiha hate gotin: “Em dixwazin têkildarî desteserkirina alav û amûrên Tutkun lêpirsîn were destpêkirin. Rapora derbkirinê nehatiye amadekirin, bêyî ku muayeneya tipa edlî bibe birine û xwegihandina xizmetên tenduristiyê hatiye binpêkirin. Em dixwazin Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê ji bo lêkolînkirina van binpêkirinan û ji bo cîbicîkirina daxwazên girtî Tutkun, biçe girtîgehê û lêkolînê bike.”

Tutkun jî li dijî tundiya gardiyanan û nedayina rapora derbkirinê, di 12’yê Gulanê de li Serdozgeriya Komarê ya Çorluyê gilî kir. Endamê OHD’ê parêzer Şukru Alpsoy ku di 13’ê Gulanê de çû serdana Tutkun, got ku şopên derbkirinê berbiçav in.

Tutkun, di sala 2012’an de li navçeya Qereyazî ya Erziromê hate girtin. 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Erziromê di sala 2013’yan de bi îdiayên “endamtiya rêxistinê”, “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê”, “Bi awayekî plankirî xwest peywirdarê cemaweriyê bikuje” û “propagandaya rêxistinê” cezayê muebbeta girankirî û 28 sal û 6 meh cezayê hefsê da.