Wekîlên Şirnexê: Em di 16’ê Nîsanê de bersiva xwe bidin!
Wekîlên HDP’ê yên Şirnexê Sariyildiz û Bîrlîk bang li gelê Şirnexê kir ku di 16’ê Nîsanê de biçe ser sindoqan.
Wekîlên HDP’ê yên Şirnexê Sariyildiz û Bîrlîk bang li gelê Şirnexê kir ku di 16’ê Nîsanê de biçe ser sindoqan.
Wekîlên HDP’ê yên Şirnexê Faysal Sariyildiz û Leyla Birlîk bang li hemû gelê Şirnexê kir ku 16’ê Nîsanê biçe ser sindoqan. Bîrlîk diyar kir ku gelê Botanê li dijî polîtîkayên ku ev 2 sal in didomin wê bersivê bide û got: "Em HDP van du mehên dawî xebatan didomînin. Roja hilbijartinê bi maseyên krîzê yên ku em ê li navçeyan deynin em ê bibin mudahîlê pêvajoyê. Aycan Îrmez li Şirnex, Êlkê û Qilebanê, ez ê li Silopiya, Cizîr û Hezexê bim."
‘WESAYIT WÊ AMADE BIN’
Bîrlik diyar kir, di dema 'qedexeyên derketina derve' de welatiyên ku malên wan hatin xirakirin neçar man ku biçin gund, bajarok, navçeyên derdorê. Bîrlîk anî ziman, 16’ê Nîsanê li ber rêxistinên navçeyan ên HDP’ê ji bo gel bibin ser sindoqan wê wesayit hazir bin. Bîrlik got, "Gelê me yê ku beriya referandûmê wê were Şirnexê dikarin werin rêxistinên me yên navçeyan. Di mijara veguhastinê de alîkarî wê bi wan were kirin."
BILA GELÊ BOTANÊ BERPIRSYARIYA XWE BIZANE Û BIÇE SER SIDOQAN
Parlementer Faysal Sariyildiz jî anî ziman, ku gelê Botanê ji dîrokê heya niha serê xwe li ber zilmkaran netewandiye, ji ber vê yekê her tim êrîşên giran lê hatine kirin û got, "Gelê Botanê ji dîrokê heya niha ti carî serê xwe li ber zilmkaran netewandiye û ji ber vê yekê her tim êrîşên giran lê hatine kirin. Di 2 salên dawî de bi sedan zarokên Botanê hatin qetilkirin û bi hovîtî hatin şewitandin. Her wiha bajarên Botanê hatin hilweşandin. Ji ber van êrîşan û hilweşandina malên gel gelek welatiyên me ji neçarî koçber kirine. Lê çi dibe bila bibe divê gelê me li gor pêvajoyê berpirsyariya xwe bizane û li ku derê be di 16'ê Nîsanê de biçe ser sindoqan."
JI BO KU EV ŞER WERE RAWESTANDIN BILA GELÊ ŞIRNEXÊ BIÇE SER SINDOQAN
Sariyildiz di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Şirnexê yê ji neçarî koçber bûye kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Welatiyên ku koçber bûne li kîjan bajarî bin bila biçin avahiyên HDP'ê û bi vî awayî biçe bajarê xwe û dengê xwe bide. Gelê me di vê referandûmê de dikare bi dengekî, "Na" pêşiya vî şerî û kuştinan bigire. Lê eger em pêşiya van negirin ev şer wê gurtir bibe. Divê gelê me van polîtîkayên AKP'ê baş fêm bike. Ez ji vir bang li gelê Botanê dikim ku di 16'ê Nîsanê de biçe ser sindoqan û li vîna xwe xwedî derkeve."