Ji Neteweyên Yekbûyî (NY) Raportorê Taybet ê Azadiya Çapemenî û Îfadeyê Davîd Kaye, Raportorê Taybet ê Mafên Mirovan û Xizaniya Zêde Phîlîp Alston, Raportorê Taybet ê Azadiya Rêxistinbûnê Kaîna Kîa û Raportorê Taybet ê Mafê Perwerdeyê Koûmboû Boly Barry, daxuyaniyeke nivîskî ya hevpar weşandin û der barê referandûmê de hişyarî dan dewleta Tirk.
Raportorên Taybet ên NY destnîşan kirin, ku ji ber pêkhatina referandûmê di nava Rewşa Awarte de ew bi fikar in û diyar kirin, bi Rewşa Awarte re mafên perwerde, xebatê û azadiya çapemeniyê li Tirkiyeyê hatine binpêkirin.
'TIRKIYE JI MAFÊN MIROVAN DÛR E'
Raportoran bibîr xistin, ku di çarçoveya qanûnên Rewşa Awarte de bi rêya biryarnameyan 134 hezar mirov ji kar hatine derxistin û gotin, "Tirkiye ji zûdeyî, berpirsyariyen xwe yên li ser mafên mirovan ên navneteweyî bi cih nîne. Ji ber vê yekê, em ji referandûma ku wê roja Yekşemê bê kirin, bi fikar in."
Pisporên Neteweyên Yekbûyî destnîşan kirin, ku di nava Rewşa Awarte de jî divê azadiya îfadeyê, mafên aborî, civakî û çandî ku bingeha mafên mirovan e bên parastin û bi dewamî gotin, "Lê belê li Tirkiyeyê, bi ragihandina Rewşa Awarte re ti hewldanek ji bo parastina mafên mirovan ên bingehîn nehate kirin."
DERXISTINA JI KAR Û ÊRÎŞÊN LI SER ÇAPEMENIYÊ
Raportoran ragihandin, mafê perwerdeyê tine hatine hesibandin û gelek mamoste ji kar hatine avêtin. Raportoran bibîr xistin, di çarçoveya qanûnên Rewşa Awarte de 1000 dibistan, 15 zanîngeh hatine girtin û tevî vê yekê zêdeyî 10 hezar mamosteyên endamê sendîkayê ne, ji kar hatine avêtin.
Raportorên taybet işaret bi êrîşên li ser çapemeniyê jî kirin û gotin, "Bi êrîşên li ser çapemeniyê, girtina saziyên çapemeniyê û rojnamevanan re hat xwestin, beriya referandûma 16'ê Nîsanê dengê mûxalîf bê birîn."
'EM BI RENGEKÎ CIDÎ BI FIKAR IN'
Di dewama daxuyaniya daxuyaniya raportoran de hate gotin, "Binpêkirina mafên mirovan û zextên ku ev demeke dirêj e li Tirkiyeyê di nava Rewşa Awarte de dewam dikin, ji aliyê demokratîkbûna referandûma 16'ê Nîsanê ve me dixe nava fikarên cidî. Ev guhertina destûra bingehîn, erkeke gelekî zêde radestî Serokkomar dike. Eger di referandûmê de Serokkomar tişta dixwaze bi dest bixe, wê mafên mirovan hîn bêhtir li Tirkiyeyê werin binpêkirin."