Li pêşiya Parlementoya NRW’ê çalakiya greva birçîbûnê
Ji bo piştgiriya zindanan li pêşiya Parlementoya Eyaleta NRW’ê çalakiya kon a bêdem û greva birçîbûnê ya bêdem û bi dorveger hate destpê kirin.
Ji bo piştgiriya zindanan li pêşiya Parlementoya Eyaleta NRW’ê çalakiya kon a bêdem û greva birçîbûnê ya bêdem û bi dorveger hate destpê kirin.
Ji bo piştgiriya berxwedana greva birçîbûnê ya li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, 25 Kurdistanî li bajarê Dûsseldorfê yê Elmanyayê li pêşiya Parlementoya Eyaleta Nordrhein Westfalenê dest bi çalakiyê kirin.
Çalakiya kon a bêdem û greva birçîbûnê ya bêdem û bi dorveger îro di saet 12.00’an de li pêşiya Parlementoya Eyaleta NRW’ê bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurdistanê – Elmanya (YJK-E), Navendên Civakî yên Kurd ên Demokratîk ên Dûsseldorf, Dûîsbûrg, Essen, Bonn, Koln, Monchengladbach, Saziya Malbatên Şehîd û Windahiyan a Kurdistanê (KOMAW), TEVÇAND, Saziyên Baweriyê yên Mezopotamyayê (FEDA, CÎK, Saziya Baweriyê ya Êzidiyan), Tevgera Ciwanên Kurdistanê hate dest pê kirin. Greva birçîbûnê ya ku wê 25 çalakvan beşdar bibin bi sloganên ‘Bijî Berxwedana Zindanan’ û ‘Bijî Serok Apo’ dest pê kir.
Berdevkên KOMAW, YJK-E, FEDA Û TEV-ÇAND’ê di daxuyaniya çapemeniyê de axivîn.
Di çalakiyê de li ser navê KOMAW’ê Cemîl Gultekîn got ku, “Hevalên me yên ku di zindanên dewleta Tirk de di greva birçîbûnê de ne, nêzî mirinê bûne. Dewletên Ewrûpayê jî bêdeng in. Em bang dikin ku bila her kes xwedîtiyê li çalakiyan bike” û xwest ku bila kes çavên xwe ji vê zilmê re negirin.
Li ser navê YJK-E’yê jî Eylem Kahraman got, “Berxwedana greva birçîbûnê hatiye asteke krîtîk. Berpirsê van tiştan Dewleta Tirk e. Dewletên Ewrûpayê jî hevparên vî sûcî ne. Daxwazên girtiyan, daxwazên wisa ne ku mirov dikare qebûl bike. Heta ku berxwedêr encameke teqez werbigirin, em ê çalakiya xwe bidomînin.”
Li ser navê FEDA’yê jî Ayten Şîmşîr axivî ku, “Feraseta AKP’ê tişta ku bi qirkirinan nikare bibe serî, dixwaze li zindanan wan teslîm bigire û zilma xwe ya li derve li ser girtîgehan jî ferz dike.”
Li ser navê TEV-ÇAND’ê Cewad Merwanî jî got ku, “Di zindanan de berxwedaneke dîrokî û mezin tê jiyîn. Di serî de tecrîda li ser Rêberê me, tecrîda li ser girtî û pêkutiyên li ser gel nayên qebûl kirin. Divê hemû Kurd piştgiriya vê berxwedanê bikin” û di serî de li hunermendên Kurd, banga berxwedanê li her kesî hat kirin.
Daxuyaniya çapemeniyê bi sloganên ‘Bijî Berxwedana Zindanan’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.