BI DÎMEN

Li Kopenhag û Atînayê piştgirî ji bo çalakiyên greva birçîbûnê

Bi armaca pitgirîkirina çalakiya girtiyên greva birçîbûnê ya li girtîgehên li Tirkiyeyê û Kurdistanê, li Kopenhag û Atînayê çalakiya greva biçîbûnê ya dorveger destpê kir.

 

 

Kurdistaniyên li paytexta Danîmarka Kopenhagê dijîn, bi armaca piştgirîkirina bi girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê ketine greva birçîbûnê, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan kirin.

Çalakiya ku ji aliyê Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk a Danîmarkayê ve hate organîzekirin, li Qada Nytorv a navenda bajarê Kopenhagê konê greva biçîbûnê hate vedan. Çalakî wê saet 12:00 heta 20:00’an bidome û 3 rojan wê dewam bike.

Çalakî wê 15’ê Nîsanê saet 13:00’an wê bi meş û mîtîngekê ku li Qada Nytorv a ku konê greva birçîbûnê lê hatiye vedan bi dawî bibe.

ATÎNA

 

 

Li paytexta Yewnanîstan Atînayê li Qada Syntagmayê jî Kurdistanî, bi armaca destkedayîna girtiyên li girtîgehên li Tirkiyeyê ketine greva birçîbûnê, dest bi çalakiyan kirin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bi dorveer ji aliyê komekî ku ji 11 kesan ve pêk tê destpê kir.

Li ser navê komê Hevberdevka MEclîsa Gel a Yewnanîstanê Derya Bûlût axivî û got: “Çalakgerên greva birçîbûnê ya li zîndanan gihiştiye asta herî kirîtîk. Em berxwedana wan silav dikin. Daxwaz û mafên girtiyan heta dawiyê mafên herî rewa û însanî ne û mafê herî bingehîn ên siyasî ne. Em li vir li hember mirina wan bêdeng namînin, bang li her kesê dikin ku deng bide dengê girtiyan û xwedî lê derkevin.

Her wiha Bûlût bang li Kurdistanî û dostên wan kir ku beşdarî meşa ku tê plankirin ku wê 15’ê Nîsanê saet 17:00’an bê lidarxistin kir.