Gefên binçavkirinê li HDP’yiyên ku stand vekirin tên xwarin

Polîsan bi hincetên wêneyên hevserokên HDP’ê û muzîkên Kurdî li standa ku li Edîrneyê hatiye danîn, hatiye pêxistin, gevfa binçavkirinê li HDP’yiyan xwarin.

Polîsan xwest ku standa HDP’iyyan a li ser Rêya Saraçlar a girêdayî Navenda Edîrneyê di çarçoveya xebatên referandûmê de vedane, asteng bike. Tîmên polîsan ên ku li standa ji saetên danê nîvroyê ve hatî vedan û li standê mûzîkên Kurdî û wêneyên Hevserokên Gişîtî yên HDP’ê Salahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdah lê hatine bilindkirin weke hincet didin nîşandan û nerazîbûna xwe îfade dikin, 7 HDP’yiyên ku li standê ne bi binçavkirinê gefan li wan dixwin. 7 HDP’yiyên ku nasnameyên wan ji bo di GBT’ê re derbas bikin ji wan girt, bi saetane tên rawestandin.

HDP’yiyên ku diyar kirin destûra wan a stand vekirinê hene û nerazîbûn nîşanî mudaxeleyê dan, anî ziman ku armaca wan li herêma Tirkakyayê ya ku dengê ‘NA’ lê zêde bûye, girseyê bitirsînine.