Tirsa ji dengê 'NA': Li sê bajaran bi dehan kes hatin binçavkirin û girtin
Li Edene û Mersînê bi dehan kes hatin binçavkirin. Li Dersîmê jî 16 kes hatin girtin.
Li Edene û Mersînê bi dehan kes hatin binçavkirin. Li Dersîmê jî 16 kes hatin girtin.
Rejîma AKP/Qesra Erdogan, operasyonên xwe yên qirkirina siyasî bi wesîleya referandûmê dişidîne. AKP, ku ji serketina dengê 'NA' ditirse, îro jî gelek kes binçav kir û girt.
EDENE
Li Edeneyê, polîsan danê sibehê avêtin ser gelek malan û 13 kes binçav kirin. 13 welatiyên navê wan nehat hînbûn, birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.
MERSÎN
Li Mersînê jî di operasyonên hevdemî de gelek kes hatin binçavkirin. Ji kesên binçavkirî, ku birin Midûriyeta Emniyetê ya Mersînê, navê A.Cabbar Karadede û Omer Emek hate hînbûn. Li gorî agahiyan, Emek ê hatiye binçavkirin, lingekî wî nîne û protez tê de ye.
DERSÎM
Ji kesên di 4'ê Nîsanê de li 11 bajaran hatin binçavkirin û anîn Dersîmê, 17 kes piştî 9 rojên li binê çavan îro danê sibehê birin Edliyeya Tûncelî. Dozgeriya Tirk, piştî girtina îfadeyê, bi daxwaza girtinê ew radestî dadgehê kir. Dadgehê jî endamê Meclîsa Navçeya Pilurê Akin Gedîk berda, lê 16 kes bi îdîaya "endametiya rêxistinê" girt.
Kesên hatine girtin ev in: "Keyayê gundê Hanûşagi Abûzer Gungor, keyayê gundê Çakmakli Bulent Gultakûr, keyayê gundê Buyukkoy Kazim Sabûr, Mûzaffer Yetîm, Mûharrem Bayar, Orhan Pektaş, Înan Guçlu, Alî Tekîn, Necatî Gergîn, Yûnûs San, Ûmût Garîp, Kadîr Karabak, Eren Bîlgîlî, Îrfan Gurz, Huseyîn Kanar û Hidir Demîr.
Di çarçoveya operasyonê de 7 keyayên gund jî di nav de bi giştî 49 kes hatin girtin û 15 kes hatin berdan. Ji kesên hatine berdan, ji ber îtiraza dozgeriyê der barê 11 kesan de biryara girtinê hat dayîn. Di nava van de Seroka Giştî ya ESP'ê Çîçek Otlû û keyayên 2 gundan jî hene.