Ji ESP û SGDF’ê greva birçîbûnê

Rêxistina Bajêr a Îzmîrê ya Partiya Bindestan a Sosyalîst (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) bi daxwaza girtina girtîgehên weke ‘’bîran’’ dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan kirin.

Çalakî wê li bînaya ESP’ê ya Îzmîrê di navbera 15-17’ê Gulanê de di saet 11.00’an heya 17.00’an berdewam bike.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) û KOZ’ê jî piştgirî dan daxuyaniyê.

Rêveberê ESP’ê Alî Kiliç bal kişand ser tecrîda giran ya ku li girtîgehên tîpên S û Y li girtiyan tê sepandin û diyar kir ku ev girtîgeh weke ‘’êşkencexaneyan in.’’

Kiliç banga têkoşîna hevpar li raya giştî kir û got: ‘’Zindan ne cihê teslîmgirtinê ne, mewziyên berxwedanê ne.’’

Saziyên piştgirî dan jî destnîşan kirin ku divê girtîgehên ewlehiya bilind werin girtin.