Li Xezeyê di bombardûmana Îsraîlê de 2 rojan herî kêm 162 kes mirin

Li gorî agahiyên Rêxistina Parastina Sivîl a Fîlîstînê, di êrîşên artêşa Îsraîlê yên 2 rojên dawî de herî kêm 162 kes hatin kuştin.

Rêxistina Parastina Sivîl diyar kir ku roja Pêncşemê di êrîşa Îsraîlê de ya li ser Şerîda Xezeyê herî kêm 82 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Heman çavkaniyê diyar kir ku roja Çarşemê jî 80 kes hatin kuştin. Bi vî rengî di nava du rojan de 162 kes hatin kuştin.

Bombardûman bi giranî li wargehên li bakurê Xezeyê û herêma Xan Yûnisê hate kirin.

Di êrîşên roja Çarşemê de tenê li kampa penaberan a Cibaliyeyê û derdora wê 59 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Ji 7'ê Cotmeha 2023'an û vir ve di encama êrişên Hamasê de 1218 Îsraîlî, di encama êrîşên Îsraîlê de jî 52.928 kes li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê jiyana xwe ji dest dan.