Mîtînga HDP’ê ya Îzmîrê destpê kir
Mîtînga HDP’ê ya Îzmîrê destpê kir. Li qada ku coşek mezin heye bi yek dengî dirûşmên mîna “Ji sîstema yek kesî, qetilkirina jinan, cînayetên kar, şer, mêtîngerî û serokatiya faşîzmê re NA’” deng veda.

Mîtînga HDP’ê ya li Qada Gundogdû ya Îzmîrê bi hemû coşa xwe didome. Girseya ku piştî nîvro û şûnde qat tije kirin, piştî nuqteya lêgerînê û şûnde derbasî qadê bûn. Her kesên ku ketin qadê bi alên ku ‘NA’ li ser nivîsîbûn bilind kirin û beşdarî mîtîngê bûn. Tîşortê ciwanan ên li ser ‘NA’ hatibû nivîsandin bal kişandin, govenda jinên ku li qadê gerandî bi eleqeyekî mezin hate temaşekirin. Jin li gel zarokên xwe bi alên ‘NA’ li qadê bûn.
Qad jî bi alên renga reng ku li ser ‘NA’ hatibû nivîsandin hatiye xemilandin. Li qadê bi yek dengî dirûşmên mîna “Ji sîstema yek kesî, qetilkirina jinan, cînayetên kar, şer, mêtîngerî û serokatiya faşîzmê re NA’” deng veda.
Dîsa mîtînga Îzmîr a ku jinên bi cil û bergên newewî beşdarî bibûn li Qada Gundogdû didome.