Ji ‘Mîrzayê PKK’ê’ re minet û rêzdariyeke bêdawî

Hevrê Riza, li gel zanîn, tecrûbe, dîsîplînbûna xwe bi qedirnasî, kêfxweşî û hevaltiya xwe ya dilsoz jî kesekî gelekî hêja bû. Tekane kes e ku Rêber Apo ew weke ‘’Mîrzayê PKK’ê’’ pênase kiriye.

Nivîs sernavê xwe ji tespîta Rêber Apo ya têkildarî hevrê Riza digire.  Dilê mirov naxweze ku ji hevrê Fûat û Riza re bibêj ‘’şehîd.’’ Windakirina du abîdeyên jiyanê li gel  barekî giran dihêle ser milên peyrewên wan di heman demê de êşeke mezin dide û valahiyeke mezin ku tu carî neyê dagirtin, ava kirin.

Ger em bi yek gotinê hevrê Fûat û Riza pênase bikin; yek Derwêşê PKK’ê ye, yê din jî Mîrzayê PKK’ê ye.  Hevrê Fûat ku bi derwêşî û zanîna xwe mohra xwe li têkoşînê daye, yekem endamê koma Apoyîyan e, kadroyê pêşeng ê PKK’ê û yekem hevrêyê Rêber Apo ye. Xwediyê têkoşîna bênavber e.  Ji destpêka avabûna PKK’ê heya kongreya dawîn a PKK’ê bi ked û têkoşîna xwe ya bênavber  karî bibe yek ji endamê herî serkeftî yê PKK’ê.

Ji dilsoziya ji bo Rêbertî, gel û şehîdan wêdetir, di serî de dayika wî û hemû endamên  malbatê berê xwedane têkoşînê û mînaka herî pîroz a xwebexşandinê nîşan da. Behskirina hevrê Fûat a dûr dirêj, nivîs û axaftinên wî yên ne bi qasî gotarekê ku sînorên pirtûkan derbas bikin hene.

Yek ji mijara ku gelekî hesas bû, bê guman mijara nêzîkatiya ji Rêbertî re ye. Hevrêtiyeke bibiryar û bêtawîz nîşan daye. Bîranînên wî yên hestiyar, zanînên wî, vegotinên wî yên xwe dispêrin mîtolojî, ol, felsefe  û zanistê tiê weke helbestekê bûn.

Xwedî kesayeteke wisa bû ku pênaseya heqîqetê gelekî baş dikir, tişta ku dixwest bîne ziman gelekî baş dida hîskirin û guhdarkirin. Jixwe di dema rehîngirtina Rêbertî de li ser navê Rêbertî bi endamtiya Konseya Serokatiyê hate rûmetdarkirin. Nêzîkatiya Rêbertî ya ji hevrê Fûat re jî bi hen rengî bû.

Li gel ku dersên rejîma heqîqetê gelekî baş dida,  di mijarên lêgerîna heqîqetê û şervanê heqîqetê de jî  ew kes e ku herî zêde nêzî asoyê bûye. Di xebatên PKK’ê de weke kesekî xwedî kedeke mezin li pêşiya her kesî bû.

Hevrê Riza ku ez dixwazim wî weke Mîrzayê PKK’ê pênase bikim, îdolek e ku divê şoreşger û ciwan mînak bigirin. Ji bo her taybetmendiyeke wî em bi rojan binivîsin jî têrê nake û kêm jî be ez nas dikim. Xwedî kesayeta Kemal Pîr ê milîtanê şoreşger û  di PKK’ê de efsane bûye, bû. Hevrê Riza bi van taybetmendiyên xwe weke Kemalê Laz e.

Ger em mînaka Kemal Pîrê ji Behra Reş bidin ku wî Rêber Apo gelekî zû nas kiriye, li gel naskirinê rêya Rêber Apo şopandiye, em dikarin bibêjin ku bi hemû taybetmendiyên xwe ew Riza Altûn ê ji Tûzlûçayirê yê li Kayseriyê ji dayîk bûye, ye. Ne bi çûna dibistanên dewletê bi dersên jiyanê xwe pêş biriye û bi zanînên xwe gelek akademîsyên bijarte li paş xwe dihêle.

Fermandariya yekem berxwedana Hîlwan-Swêregê ya PKK’ê  kiriye, di gelek çalakiyan de cihê xwe girtiye û li gel kesateya xwe çalak û berpirsiyariya leşkerî di nûnertiya karên derve de jî weke dîplomatê herî serkeftî navê xwe daye jiberkirin.  Em dikarin bibêjin ku hevrê Riza Altûn ‘’nûnerê PKK’ê yê cîhana derve ye.’’

Di hemû mijaran de xwedî ramaneke afirîner bû. Bi mîzaha xwe, zanîna xwe, hazircewabîya xwe, pratîka xwe, tecrûbeyên xwe, tecrûbeyên xwe yên çandî, kesayeta xwe ya rengîn û aşpêjiya xwe ya navdar xwe nîşanîme dide. Dest û tilîyên hevrê Riza Altûn zêr û zîv dibirîn.

Tevlîbûna xwe ya di temenê biçûk de ya ji bo PKK’ê bi heneka ‘’Ez tevlî PKK’ê nebûm, PKK tevlî min bû’’ li gel koma xwe ya beriya wê birêxistin dike, tevlî dibe. Ne tenê koma xwe, berê hemû endamên malbata xwe jî dide têkoşînê.  Birayê wî û du biraziyên wî jî şehîdên têkoşîna azadiyê ne. Di xebatên leşkerî, siyasî, rêxistinî, perwereyî û dîplomatîk de cihê xwe girtiye û erk û berpirsiyariyên xwe bi cih anîne. Di serdema faşîzma 12’ê Îlonê de bûye yek ji pêşengên berxwedana li zîndanan.

Hevrê Riza ew kes e ku di pêvajoyên herî dijwar de çavê mirovan lê wî digere.  Di salên ewil ên avabûna PKK’ê de ji ber afirîneriya xwe û jêhatîbûna xwe ya bicihanîna hemû erkan navê  ‘’Şîrket’’ lê tê kirin.  Li gel sekna xwe, serweriya xwe, tecrûbeyên xwe,disîplîna xwe û kesayeta xwe ya otorîter, di heman demê de kesekî hestiyar, qedirzan û kêfxweş jî bû ku cihê wî wê tim diyar be.  Ji ber van hemû taybetmendiyên xwe, sekna xwe û kesayeta xwe tekane kes e ku Rêber Apo wî weke ‘’Mîrzayê PKK’ê’’ pênase kiriye.

Girîngiya dîrokî ya 12’emîn Kongreya PKK’ê,  bandorên wê yên li ser siyaseta herêmê, destpêkirina serdemeke nû  ev hemû ji hevrê Fûat û Riza re hatin diyarîkirin.  Di şexsê her du hevrêyan de Kurdbûn, Elewîbûn, şoreşgerbûn, berxwedêrbûn, jiyana guncavî armancê û dilsoziya ji prensîb û nirxên mirovî re ne weke tercîhekê, weke neçariyekê derdikevin pêşiya me.

Ez li hemberî hevrê Fûat û Riza  ku yekem pêngavên asoya serdema nû ne, bejna xwe diteqînim û wan bi minetdarî û rêzdarî bi bîr tînim.