BI DÎMEN

Çalakiyên ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê didomin

Çalakiyên ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê yên li Ewropayê dewam dikin. Li gelek bajaran, grevên birçîbûnê û mîtîng hatin lidarxistin. Çalakger xwedî li girtiyên di grevê de ne derdikevin.

Çalakiyên ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê yên li Ewropayê dewam dikin. Li gelek bajaran, grevên birçîbûnê û mîtîng hatin lidarxistin. Çalakger xwedî li girtiyên di grevê de ne derdikevin.

ROMA

Greva birçîbûnê ya li bajarê Roma yê Îtalyayê di roja 3. de Der barê çalakiyê de ku ji aliyê 6 kesan ve tê meşandin, Mûhammed Çoktaşar axivî û got, "Divê her kes xwedî li grevên birçîbûnê yên li girtîgehan derkevin. Her roja ku derbas dibe, rewşa berxwedêran girantir dike. Ji bo daxwazên wan bi cih werin anîn, pêwîste hemû welatparêzên bi rûmet ên li Kurdistan û Ewropayê li ber xwe bidin. Bêdengî dibe sedema mirinê."

NURNBERG

Li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê mîtîngek hate lidarxistin. Mîtîng li Hallplatzê pêk hat û bi rêya belavokan, agahî ji raya giştî re hate dayîn.

HDK-Nurnberg, AGÎF, Partiya Çep a Elman, Partîzan, Mala Gel a Medya ya Nurnbergê û gelek sazî û komên din tevlî çalakiyê bûn.

BÎELEFELD

Li bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê, li ser agahdarkirina grevên birçîbûnê stand hate vekirin û belavok hatin belavkirin.

Stand we heta 22'ê Nîsanê her roj vekirî be. Her wiha wi navbera 15 û 22'ê Nîsanê de jî wê meş bê lidarxistin.

LEÎPZÎG

Li bajarê Leîpzîg ê Elmanyayê, Kurdistanî ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd ABdullah Ocalan mîtîngek lidar xistin.

Di mîtîngê de gelek belavok li ser mijarê hatin belavkirin.

FRANKFÛRT

Bi heman armancê li bajarê Frankfûrtê jî mîtîngek hate lidarxistin. Nûnera YJK-E li vir axivî û bibîr xist, 200 girtiyên li 20 girtîgehan, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qedandina zextên li ser girtiyan, di greva birçîbûnê de ne.

Qiseker bang li CPT, DMME û Parlamenta Ewropayê kir, ku ji bo darbest ji girtîgehan derneve, derhal bikevin nava tevgerê.

FREÎBÛRG

Mîtîngeke din li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê pêk hat. Li vir jî axaftin hate kirin û hat ragihandin, hikumeta AKP'ê ku bi barbarî êrîşî gelê Kurd dike, li girtîgehan jî sûcê li dijî mirovahiyê dike. Her wiha bang li raya giştî ya cîhanê hate kirin, ku ji bo çareseriya vê pirsgirêkê bikeve nava hewldanan.

Çalakî bi qîrîna dirûşma "Girtiyên siyasî rûmeta me ne" qediya.

PARÎS

Li banliyoya Vîlleneûve Saînt Georges a Parîsê, çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.

Çalakiya li ber avahiya şaredariyê 3 saetan dewam kir û li ser rewşa girtiyan belavok hatin belavkirin. Çalakgeran dirûşma "Bijî berxwedana zindanê" qîriyan.

Di axaftinan de hate destnîşankirin, ku rewşa girtiyan krîtîk e û bang li Kurdistaniyên li Ewropayê hate kirin, ku tavilê rabin ser piyan.

MARSÎLYA

Greva birçîbûnê ya li bajarê Marsîlya yê Fransayê dest pê kir, dewam dike. Girseya gel ku li Meydana Canebîerre dest bi çalakiyê kirin, pankartên bi nivîsa "Berxwedana girtiyên siyasî di roja 57. de ye", "Bêdengî rê li ber mirinê vedike" hildan. Li ser grevên birçîbûnê belavok hatin belavkirin.

ÎNNSBRÛCK

Kurdên li bajarê Înnsbrûck ê Awûstûryayê dijîn, ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê û berxwedana wan silav bikin, çalakiyek lidar xistin.

Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Em çalakgerên greva birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyeyê silav dikin" hate vekirin û belavokên li ser daxwazên girtiyan hatin belavkirin.

GOTEBORG

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Goteborg ê Swêdê dijîn, li navenda bajêr çalakiyek pêk anîn. Xwepêşandan li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hate lidarxistin û hat bibîrxistin, ku çalakgerên di greva birçîbûnê de ne gihîştine asta xetere.

Çalakgeran bang li raya giştî ya Swêdê kirin, ku bêdeng nemîne û destekê bide têkoşîna girtiyên siyasî.

OREBRO

Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Orebro, li navenda bajêr çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de her wiha êrîşa terorê ya roja Înê ya li Stockholmê, ku di encamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, hate şermezarkirin.

Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd axaftin li vir hate kirin, êrîş û zextên AKP'ê yên li ser girtiyan hatin şermezarkrin û hat xwestin, daxwazên girtiyan tavilê bên qebûlkirin.

Ji hikûmeta Swêdê û Yekîtiya Ewropayê jî hate xwestin, ku zextê li dewleta Tirk bikin û piştgiriyê bidin çalakgerên di greva birçîbûnê de ne.