TJK-E û KCDK-E ji bo çalakiyên 15'ê Nîsanê banga tevlîbûnê kirin
TJK-E û KCDK-E: Em bang li Kurdan û jinên Kurd ên li Ewropayê, her wiha dostên xwe û hêzên demokratîk-çep-sosyalîst dikin, ku tevlî çalakiyên roja 15'ê Nîsanê bibin.
TJK-E û KCDK-E: Em bang li Kurdan û jinên Kurd ên li Ewropayê, her wiha dostên xwe û hêzên demokratîk-çep-sosyalîst dikin, ku tevlî çalakiyên roja 15'ê Nîsanê bibin.
Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) û Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) daxuyaniyeke hevpar weşandin û diyar kirin, pêkanînên zîhniyeta tekparêz a faşîzma AKP-MHP'ê li Kurdistanê gihîştine asta herî bilind a qirkirina çandî û fîzîkî.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, bi desteserkirina demokrasî, mafên mirovan, mafên îfade û rêxistinbûnê re, rejîma faşîzan hewl dide xwe li Kurdistan û Tirkiyeyê mayînde bike û wiha hate gotin: "Bi referandûma 16'ê Nîsanê re dixwaze vê zîhniyetê û planên xwe mayînde bike. Li Kurdistan û Tirkiyeyê, ku veguherîne girtîgeheke servekirî, bi operasyonên binçavkirin û girtina berxwedêran re, girtîgeh bi hezaran mirovî hatine dagirtin.
Bi deh hezaran girtî îro li ser navêr ûmeta mirovahiyê û nirxên demokratîk, li dijî vê faşîzma tarî li ber xwe didin û bûne wijdanê ciavka ku ji faşîzmê re dibêje NA.
171 girtî ev 59 roj in, bi bedena xwe, bi dilê xwe û bi wijdanê xwe, têkoşîneke mezin a vîn û rûmetê didin. Faşîzm ji bilî teslîmiyetê ti alternatîfê pêşkêş nake. Ji ber vê yekê, yekane bijartiya li dijî faşîzmê, berxwedan e. Ev berxwedan û têkoşîna rûmetê, ku li girtîgeha Şakranê dest pê kir û li dehan girtîgehan belav bûn, li dijî faşîzmê, deng, vîn û biryardariya girtiyên nirxên demokratîk û rûmeta mirovahiyê diparêzin e.
Grevên birçîbûnê, ku di roja 59'an de ne, bi taybetî ya li Girtîgeha Şakranê êdî di asteke krîtîk de ye. Qonaxa ku dikare xisarên mayînde li girtiyan der bibe, dest pê kiriye. Di her kêliyê de dibe ku agahiyek li ser mirinê were. Pêwîste her kes niha rabe ser piyan, dengê xwe bilind bike û piştgiriya girtiyan bike.
Daxwazên girtiyên siyasî daxwazên me ne. Ji ber vê yekê, ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin, dawî li operasyonên binçavkirin, îşkence û girtina Kurdan, demokrat û mûxalîfan bê anîn, zextên siyasî û leşkerî werin qedandin û pêkanînên ne însanî yên li girtîgehan bên bidawîkirin, di 15'ê Nîsanê de em ê çalakiyên demokratîk lidar bixin. Em bang li her kesî dikin, ku bi erk û berpirsyariyeke mezin tevlî van çalakiyan bibin.
Ji ber vê yekê, di serî de Kurd û jinên Kurd ên li Ewropayê em bang li hemû dostên xwe, hêzên demokratîk-çep-sosyalîst dikin, ku roja 15'ê Nîsanê li Elmanya, Fransa, Swîsre, Hollanda, Belçîka, Awûstûrya, Îngilîstan, Danîmarka, Swêd, Norwêc, Fînlandiya, Yewnanîstan, Qibris, Kanada, Awûstralya û Japonyayê bi rengekî aktîf tevlî çalakiyan bibin."
Li gorî daxuyaniyê, cihên çalakî lê bên lidarxistin ev in:
Hemû eyaletên Elmanyayê
Ji bilî çalakiyên navendî yên li Swîsre, Hollanda û Belçîkayê, wê li van bajaran çalakî bên lidarxistin:
Li Bakurê Fransayê; li Parîs, Evry, Creîl, Normandiya
Marsîlya
Rennes
Boûrdeaûx
Toûloûse
Viyana
London
Kopenhagen
Stockholm
Goteborî
Oslo
Helsînkî
Atîna
Qibris
Toronto
Montreal
Japonya
Sydney
Melboûrne