Gelo çima kîsên dengan ên Elmanyayê çiriyayî bûn?

Derket holê ku roja HDP’yiyan li Elmanyayê herî zêde deng dan, AKP’yiyan li ser sindoqan fen û fût kirine.

Li Elmanyayê ji bo referandûma 16’ê Nîsanê dengdayîn di 9’ê Nîsanê de bi dawî bûbû. Omer Koyûncûer û Rûken Karakoç ên ji HDP’ê derbarê pêvajoya şandina dengan a bi balefirê ya ber bi Tirkiyeyê serî li Serokatiya Lijneya Hilbijartinê ya Derveyî Welat dabûn da ku dema deng ji Frankfûrtê birin Kolnê, ew jî çavdêr bin.

Derbarê vê mijarê HDP’ê daxuyaniyek da û di daxuyaniyê de ev tişt tên diyarkirin:

“Li ser navê HDP’ê Omer Koyûncûer û Sînan Gultekîn ji bo çavdêriyê çûn konsolosxaneyê. Li konsolosxaneyê berê kereseyên nehatine bi kar anîn (zerf, pisûleya dengan) li wesayîtê hatin barkirin. Dûre deriyê odeyekê vekirin, li vê derê dengên hatibûn dayîn hebû. Nûnerê HDP’ê Omer Koyûncûer yeko yeko kîs hejmart, wêneyê mohrên wan girt û qeyd kir. Nûnerê AKP’ê jî hemû tişt kir. Dema me xwest em dîmenê kîsên dawîn bigirin nûnerê AKP’ê em asteng kir, got ‘qedexe ye tu têkevî vê odeyê’. Got, ‘Ev kîs 4,5 santîman çiriyaye, tu yê vî tiştî çapemeniyê û meseleyê mezintir bikî.’ Min jî got ku ev ne çirandineke 4,5 santîman e, bi kêmanî 12 santîm hatiye çirandin. Wî nehişt ez dîmen bigirim û cihê çiriyayê lê qeliband.

Di vê kêlîkê de peywirdara konsolosxaneyê û di heman demê de endama komîsyonê Sevînç Xanim got ku, ‘ez biçim zimbayê bînim, em cihê çiriyayê zimba bikin.’ Min îtîraz kir û min got bila serkonsolos were. Serkonsolos di heman demê de Serokê Lijneya Hilbijartinê ye. Serkonsolos hat got, ‘hûn hemû li vir in, biryara we çi ye’. Min jî got biryar çi dibe bila bibe ez dixwazim hundirê kîs binihêrim. Li ser vî tiştî komîsyonê got, ‘em kîsan bi zimba bişînin wê rê li ber nîqaşan vebe, ka kîsekî din bînin’ û kîsekî din anîn.”

‘HERÎ ZÊDE WÊ ROJÊ HILBIJÊRÊN ME DENGÊ XWE DAN’

HDP’yiyan bal birin ser vî tiştî ku, herî zêde di 2’ê Nîsanê de deng hatibûn dayîn û gotin ku, “Herî zêde wê rojê hilbijêrên me dengê xwe dabûn. 6931 kesan dengê xwe dabûn. Li gorî çavdêrên me yên wê rojê, ji nav van dengan nêzî ji sedî 70 ‘NA’ bû.”