BI DÎMEN

Çalakiyên li Ewropayê yên ji bo berxwedana zindanan dewam dikin

Çalakiyên li Ewropayê, ku ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyeyê tên lidarxistin, roj bi roj zêde dibin. Li gelek bajaran grevên birçîbûnê, mîtîng û meş tên organîzekirin.

Çalakiyên li Ewropayê, ku ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyeyê tên lidarxistin, roj bi roj zêde dibin. Li gelek bajaran grevên birçîbûnê, mîtîng û meş tên organîzekirin.

DARMSTADT: Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê, bi armanca xwedîderketina li grevên birçîbûnê yên girtiyên siyasî, mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkanînên li dijî girtiyên siyasî hatin şermezarkirin. Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li Darmstadtê Merdan Kaçmaz li vir axivî û bibîr xist, ku greva birçîbûnê 58 roj li pey xwe hiştiye, lê ji rêveberekî welatekî Ewropayê daxuyaniyek li ser mijarê nehatiye. Kaçmaz destnîşan kir, ku ev yek jî nîşan dide; dema mijar Kurd bin, çav li dîktator Erdogan tê girtin. Di dema mîtîngê de belavok hatin belavkirin û dirûşmên "Dîktator Erdogan", "Terorîst Erdogan" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.

MECLÎSA JINÊ YA ROZA SERDANA PARTIYÊN SIYASÎ KIR

Di vê navberê de heyetek ji Meclîsa Jinan a Roza, ji bo agahiyan li ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan bide, partiyên siyasî ziyaret kir û dosya da wan. Rayedarekî CDU M. Schmîdt di dema hevdîtinê de diyar kir, ku ew ê vê dosyayê bigihîne Meclîsa Federal a Berlînê û şopdarê mijarê be.

HAMBÛRG: Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, ji ber HBF meşekê dest pê kir. Di meşê de beşdarên konferansa bi navê "Rabûna li ber Modernîteya Kapîtalîst 3: Eşkerekirina Modernîteya Demokratîk-Berxwedan, Raperîn û Avakirina Nûbûnê" amade bûn. Konferans îro li Hambûrgê dest pê dike. Enternasyonalîstên şoreşger ên ji DYA, Îngilîstan, Îtalya, Kanada, Spanya, welatê Baskê û gelek welatên din ragihandin, ku ew piştgiriyê didin girtiyên di grevê de ne. Parlamentera Partiya Çep a Hambûrgê Cansû Ozdemîr di dema meşê de axivî û xwest, bêyî tiştek bi kesî bê, pirsgirêk b rêya diyalogê were çareserkirin. Di dema çalakiyê de, aktîvîsta Elman Annes von Alvensleben, bi hinceta ku wêneyê Ocalan hildaye, ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Kurdistaniyan û enternasyonalîstan ev helwesta polîsan bi çalakiya rûniştinê ya li kolana Jûngferstîegê şermezar kirin û Agnes Von Alvensleben piştî girtina îfadeyê hate berdan.

ENDAMÊN MECLÎSA JINÊ YA ROJBÎN DOSYA PÊŞKÊŞÎ PARTIYÊN SIYASÎ YÊN LI MECLÎSÊ KIR

Li aliyê din, komek ji endamên Meclîsa Jinê ya Rojbîn a Hambûrgê, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de ne dosya pêşkêşî partiyên Kesk, SPD û Partiya Çep ên li Parlamenta Hambûrgê kirin. Kurdistaniyên li Hambûrgê dijîn, wê ji roja Duşemê û pê ve kon vedin û raya giştî li ser mijarê agahdar bikin.

SIBE GREVA BIRÇÎBÛNÊ DEST PÊ DIKE

Wekî din, sibe bi beşdariya 20 kesî greva birçîbûnê ya dorveger-bêdem bê lidarxistin. Grev wê saet di 12:00 de dest pê bike û di asta eyaleta Nîedersachsenê de tevlîbûn çêbibe.

HANNOVER: Li Hannoverê jî, Kurdistanî û dostên wan ji bo bibin dengê berxwedana li zindanan, meşek lidar xistin. Çalakgeran ji ber Gara Trenê ya Navendî dest bi meşê kirin û ji kolanên qelebalix ên bajêr derbas bûn. Di meşê de tevî pêkhateyên HDK'ê, komên çep ên Elman jîa made bûn. Di dema meşê de belavoka NAV-DEM'ê ya li ser grevê hate xwendin û çalakî bi mîtînga li meydana Steîntor bi qîrîna dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" û "Bijî Serok Apo" qediya.

BONN: Kurdistaniyan, li Munsterplatzê kon vedan û li ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyeyê agahî dan û belavok belav kirin. her wiha dosya radestî saziyên çapemeniyê û rêxistinên mafên mirovan hatin kirin.

TROÎSDORF: Li bajarê Troîsdorf ê Elmanyayê, Meclîsa Gel û meclîsa Jinê ya Ekîn Wan li Kolnerstrasseyê konê agahdarkirinê vedan û belavok belav kirin. Çalakiyê heta saet 20:00 dewam kir.

NANTES: Li bajarê Nantes ê li rojavayê Fransayê, li ser banga KCD Rennesê, greva birçîbûnê ya ji bo 3 rojan dest pê kir. 20 Kurdistanî li meydana Commersê ketin grevê û gelek belavok lê hatin belavkirin. Nûnerên Komeleya Jinê ya Zîn, FEDA û TEV-ÇAND'ê jî tevlî çalakiyê bûn. Partiya Komunîst û Antî Kapîtalîstan jî destek dan çalakiyê.

PARÎS: Li paytext Parîsê, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Normandiyayê, ev 4 roj in çalakiyên ji bo destekkirina grevên birçîbûnê dewam dikin. Di çalakiyê bang li raya giştî ya Fransayê tê kirin, ku ji bo grevên birçîbûnê bikeve nava hewldanan.

DRANCY: Li banliyoya Drancy a Parîsê meşek hate kirin. Meşê saet di 19:30 de li ber Navenda Civaka Demokratîk a Drancyê dest pê kir û heta ber avahiya şaredariyê dewam kir. Bi sedan Kurdistaniyên beşdarî çalakiyê bûn, bi zimanên Kurdî û Fransî dirûşme qîriyan. Di dema meşê de ji bo grevên birçîbûnê yên li Strasboûrg û Amedê banga pişgiriyê hate kirin. Her wiha ji bo çalakiya roja Şemiyê saet di 17:00 a li meydana Repûblîqûe ya Parîsê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê hate kirin.

MARSÎLYA: Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, çalakiya greva birçîbûnê di roja sêyemîn de bû. Doktorên Sînornenas, komeleyên mafên mirovan û organên çapemeniyê, çalakger ziyaret kirin.

ATÎNA:  Li paytexta Yewnanîstan Atînayê, greva birçîbûnê ya li meydana Syntagmayê, di roja 2. de ye. Yewnan û turîstên li herêmê jî bi baldarî çalakiyê dişopînin. Greva birçîbûnê wê îro jî dewam bike. Roja 15'ê Nîsanê saet di 17:00 de wê meşek bê kirin.

MALMO: Li bajarê Malmo yê li başûrê Swêdê bi heman armancê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. Di çalakiyê de bang li raya giştî ya Swêdê hate kirin, ku li pêşberî zext, êrîş û komkujiyan bêdeng nemîne û bikeve nava tevgerê. Her wiha ji rêxistinên civakî yên sivîl, hikûmeta Swêdê û Yekîtiya Ewropayê hate xwestin, ku ji bo qebûlkirina daxwazên girtiyan bikevin nava tevgerê. Çalakgeran hikûmeta AKP'ê şermezar kirin.

STOCKHOLM: Li navenda bajarê Stockholm ê Swêdê, ji bo piştgirî ji girtiyan re bê dayîn, îro danê sibehê greva birçîbûnê dest pê kir. Kurdistaniyan li meydana Sergelê, ku roja Înê êrîşa terorê lê bûbû, kon vedan û dest bi greva birçîbûnê ya ji bo 3 rojan kirin.