Greva birçîbûnê ya Tarsûsê kete roja 31’ê
Li Girtîgeha Tîpa C a Jinan a a Tarsûsê, greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kete roja 31'ê. Diyar bû ku gardiyanên zilam û leşker bi navê 'lêgerînê' bi ser qewîşa jinan de digirin.
Li Girtîgeha Tîpa C a Jinan a a Tarsûsê, greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kete roja 31'ê. Diyar bû ku gardiyanên zilam û leşker bi navê 'lêgerînê' bi ser qewîşa jinan de digirin.
Parêzeran têkildarî greva birçîbûnê ya Tarsûsê ya Tîpa C a jinan agahî dan û diyar kirin ku greva birçîbûnê ketiya roja 31’ê. Greva birçîbûnê ya domdar û dorvger bi komên 5-7 kesî ji bo 5 rojan didomin. Pêdiviyên xwê û lîmonê yên çalakgerên Sîmen Oguz, Saadet Akin, Nurşen Tekî, Fatîme Demîr û Aycan Ozdogan ku di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne nayên dabînkirin.
DEST LI SER PIRTÛK Û KOVARAN HATE DANÎN
Diyar bû ku grev li 2 qewîşan didome. Hefteyê carekê gardiyan û leşker bi navê 'lêgerîn'ê bi ser qewîşan de digirin. Dest li ser pirtûk û rojnameyên girtiyan datînin û di dema bi qewîşan de digirin dijûnê li girtiyan dikin.