Demîrtaş: Belkî jî wê dengê we karibe qedera civakê biguherîne
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Demîrtaş beriya referandûmê peyamek şand û banga çûna li ser sindoqan kir û got, "encam çi dibe bila bibe wê alîgirên azadî û wekheviyê çeperên xwe xurt bikin."
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Demîrtaş beriya referandûmê peyamek şand û banga çûna li ser sindoqan kir û got, "encam çi dibe bila bibe wê alîgirên azadî û wekheviyê çeperên xwe xurt bikin."
Demîrtaş di peyama xwe ya referandûmê de got, "Hêvîdar im di roja referandûmê de ber bi êvarî ve ne yekzilamiyê de lê em ê di dilekî de bigihên hev."
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş beriya referandûma destûra bingehîn bi rêya parêzerên xwe peyamek şand û banga 'hevdîtina di dilekî de' kir.
Peyama Demîrtaş a ku di 12’ê Nîsanê de ji Girtîgeha Tîpa F’yê ya Edîrneyê şandiye wisa ye: "Nebêjin ku heke ez biçim ser sindoqê wê çi bibe. Belkî jî wê dengê wê karibe qedera civak û welêt diyar bike. Teqez biçin ser sindoqan û li gorî rêgeza hejmartina dengan a eşkere di dema hejmartina dengan de li wir bin û xwedîtiyê li dengên xwe bikin."
Roja Yekşemê di destê êvarî de encam çi dibe bila bibe wê alîgirên azadî û wekheviyê çeperên xwe xurt bikin. Bêguman biserketina ‘Na’yê wê tevkariyeke mezin li aştî, îstîkrar û biratiyê bike. Yên dibêjin ‘Erê’ jî, yên dibêjin ‘Na’ jî xwişk û birayên me yên hêja ne.
Bêguman ev kampanya di şertên wekî hev de pêk nehat. Sedema girtina me ev bû ku, nehêlin em li qadan û çapemeniyê bang li gel bikin. Hemû derfet û pereyên dewletê ji bo kampanyaya ‘Erê’ hatin mezaxtin. Şertên Rewşa Awarte xizmeta kampanyaya ‘erê’ kir. Ligel van hemû tiştî divê civak wekî kesên naparêz û erêparêz ji hev dûr nekevin.
Bi hêviya ku di roja referandûmê ber bi êvarî ve em ê ne di yekzilamiyê de lê di dilekî de bigihêjin hev. Hêvîdar im wê encamên referandûmê baş bin. Ligel rêz û silavan."