8 kes hatin girtin û 10 jî hatin binçavkirin
Ji 19 kesên ku li navçeya Pasûr a Amedê hatibûn binçavkirin 8 jê hatin girtin, 6 kes din hatin binçavkirin.Li navçeya Hezex a Şirnexê jî di operasyona ji ber torên civakî de jî 4 kes hatin binçavkirin.
Ji 19 kesên ku li navçeya Pasûr a Amedê hatibûn binçavkirin 8 jê hatin girtin, 6 kes din hatin binçavkirin.Li navçeya Hezex a Şirnexê jî di operasyona ji ber torên civakî de jî 4 kes hatin binçavkirin.
Di çarçoveya du lêpirsînên cuda yên ji aliyê Serdozgerê Komarê yê navçeya Pasûr a Amedê ve hate birêvebirin de, Ji 19 kesên ku di serdegirtinên malan ên di 11 – 12’ê Nîsanê li Pasûr û navçeyên navendê û gundên wê de hatibûn biçavkirin 8 jê hatin girtin.
5 kesên ku duh di serdegirtinê malan ên li navenda navçeyê de hatin binaçavkirin, piştî îfadeya wan li Amîriya Emniyeta Navçeya Pasûrê hatin girtin û şûnde, li ser fermana dozger hatin berdan, Abidîn Bakay birin Edliyeya Pasûrê, piştî îfadeya li dozgeriyê û şûnde Bakay ê bi îdîaya li ser Twîtterê ‘Heqaret li Serokkomar kiriye’ sewqî Dadgeriya Ceza Sûlhê ya Pasûrê hate kirin, hate girtin.
13 kesên ku di çarçoveya lêpirsînekî cuda de hatibûn binçavkirin, piştî îfadeyên wan ên li Fermandariya Jendermeyan a navçeya Pasûrê hate girtin û şûnde, piştî di bin kontrola tenduristiyê re hate borandin, birin Edliyeya Pasûrê. Piştî îfadeya li dozgeriyê û şûnde 6 kes hetin ber dan û 7 kes jî bi îdîaya “Propagandakirina rêxistinê” bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sûlhê hate kirin. Dadgeriyê jî piştî lêpirsînê biryara girtina her 7 kesan da.
Navê kesên hatin girtin wiha ne: “Keyeyê Gundê Demîrlî Sacettîn Kiliç, Keyeyê Gundê Barin Mehemt Bozkûş, Mehdîn Eren, Ersîn Eren, Halîl Taş, Cengîz Îpek û Cuneyt Îpek.
Hat diyarkirin ku di serdegirtinê îro yên li ser malan de jî 6 kesên din hatine binçavirin.
Hat diyarkirin ku li aliyê din di dema ku dadgerê ceza yê Sûlih ji bo biryarê bide navber da, leşker ketin odeya wî, piştî ku demek dirêj bi dadger re di odê de man û şûn de derketin. Hat îdîakirin ku piştî vê hevdîtinê û şûnde biryara xwe eşkere kiriye.
LI HEZEXÊ JI BER PARVEKIRINÊN LI SER TORA CIVAKÎ BINÇAVKIRIN
Li Taxa Atakent a Hezexa Şirnexê, bi hinceta di parvekirinên xwe yên li ser tora civakî "Propagandaya rêxistinê" kirine 4 kesên navên wan nehatin zanîn hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku kesên hatin binçavkirin, birine Muduriyeta Polîsan a Navçeyê.