Li Denizlî hêviya ji 'NA' mezin e
Hêzên demokrasiyê yên li Denizlî dibêjin ji ber sedema qelşa di MHP’ê de, têkçûna turîzmê, rewşa xirab a tekstîlê û rejîma zextê wê surprîzekê li AKP û MHP’ê bikin.
Hêzên demokrasiyê yên li Denizlî dibêjin ji ber sedema qelşa di MHP’ê de, têkçûna turîzmê, rewşa xirab a tekstîlê û rejîma zextê wê surprîzekê li AKP û MHP’ê bikin.
Hevseroka HDP’ê ya Denizlî û hin aktîvîstên ku ji bo ‘na’yê dixebitin têkildarî rewşa referandûmê ya Denizlî ji ANF’ê re axivîn.
‘SEDEMÊN NA ZÊDE DIBIN’
Hevseroka Bajêr a HDP’ê Nur Nîsa Erîşmîş diyar kir sîstema ku dixwazin bînin kuştina jinan, êrîşa zayendî ya li ser jinan wê meşrû bike û talokeyeke dî jî ew e ku wê rê li ber veke ku jinan ji qada kar û siyasetê dûr bixin û wan di malê de bigirin. Ermîş diyar kir rejîma dîkta pêşî jinan heps dike, dest û pî li wan girêdide û wiha domand: ‘’Me jinan tim ji îstîsmarkirina bedena xwe re, ji mêtina keda xwe re ‘na’ got. Ji bo ku me got ‘na’ niha em têne terorîze kirin. Rejîm dixwaze jinan ji nû ve dîzayn bike. Ev jî ji bo me sedemên ‘na’yê zêdetir dikin.’’
NERAZÛNA LI DIJÎ HEM ‘YEK’ Û HEM JÎ ‘ZILAM’
Erîşmîş anî ziman, jin li gel siyaset û jiyaneke civakî ya pirreng, pirdeng û wekhevîxwaz in û got: ‘’Di rewşeke wiha de ku têkoşîna jinê di vê biwarê de didome rejîma hem ‘yek’ û hem ‘zilam’ qet nikare were qebûlkirin. Dema ku qeyûm anîn ser şaredariyan karê wan ê pêşî zilam anîn ser saziyên jina. Ev nêzîkatiya vê hikûmetê ya li jinan bi zelalî nîşan dide. Jin ji bo ku ‘na’ derkeve divê pir têbikoşin. Heke ‘erê’ derkeve, dubendî, dabeşî û şer wê kûr bibe.’’
A RAST EM GELEK TIŞTAN NAXWAZIN
Ayşe Kaya dayikek e û dibêje ji bo zarokên xwe, malbat xwe û ji bo jiyaa azad a gelan ew li dijî rejîma yek zilamî ye û wê bibêje, na. Ayşe Kaya diyar kir ji Ozgecan a ku tecawî lê kirin û kuştin bigirin ta bi Ekîn Wan ku hate tazîkirin teşîkirin bi hezaran sedem hene ku jin bibêjin, Na û got: ‘’Em gelek tiştan naxwazin. Em tenê dixwazin li welatekî demokrat bijîn. Ji bo vê jî divê hemû jin bibêjin, Na.’’
‘JI BO JI ME KESEK KÊM NEBE EM DIBÊJIN NA’
Xwendekara Zanîngeha Pamûkkale Merva Bal jî got divê hemû jin bibêijn na. Bal, bal kişinda aser tundî û tecawiza li ser jinê ku di dema AKP’ê de pir zêde bûne û got: ‘’Ev hemû terisandina polîtîkayên îslamiya sîyasî ya hikûmeta AKP’ê ya li ser jin û zarokan e. Em ê jî rê nedin vê tarîtiyê, ji bo ku kesek dî jî ji me kêm nabe em ê ji sîstema tecawizê ya zilêm re bibêjin na.’’
‘EM PIŞTÎ NAYÊ JÎ BIRÊXISTIN DIKIN’
Yek ji aktîvîstê kampanyaya NA Cîhangîr Koroglu bal kişande ser zext û û zordariyên AKP’ê yên li ser zanîngehan û got, ‘’Dema ku em ‘NA’yê birêxistin dikin, em piştî ‘na’yê jî birêxistin dikin/em ê birêxistin bikin.’’
‘NA, XWEPARASTINA JINAN E’
Lerzan Suzuk diyar kir ku divê jin heval û cîranên xwe ji bo ‘na’yê qanih bikin, mal bi mal bigerin, heta saeta dawî bixebitin û got, ‘’Li dijî hişemdia zilam serweriyê xweprastina jinan a di referandûmê de bila ‘na’ be’’
DIXWAZIN ÇOK ŞI ME BIŞKÎNIN
Endamê Genç Senê Umut Yilmaz diyar kir bi sîstema yek zilamî re dixwazin yek raman û yek îdeolojiyê li zanîngeha serwer bikin û got, ‘’bi referandûmê wê bixwazin çokan li me bişkînin’’
Yilmaz bi domdarî wiha got, ‘’Li vî welatî ciwan hene ku li ber seroktiyê çok nadînin. Bila qet ji me hêvî nekin ku em bêdeng bimînin û radest bibin.’’